Emîndarê Gişî yê Netewên Yekbûyî Ban Kî Mon diyar kir ku kargehek a çêkirina çekên kîmawî li Sûryayê heye hîn nehatiye wêrankirin, ev diyarkirin hat piştî rêxistina qedexekirina çekên kîmawî encamên vekolînên laboratoran derbarê bikaranîna Xaza Sarîn yan bûjenek nêzîk wê derxistin.
Di destpêka rapora mehane de ya bîst û heftan ku rêvebirê giştî yê Rêxistina Qedexekirina çekên Kîmaw amade kiribû, û Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kî Mon li pêş Encumena Ewlehiya Navdewletî duh Sêşembê xwendibû, sedema ne wêrankirina kargehê vedihere rewşa ewlehî ya li Sûrî, û destnîşan kir ku 12 wargehên kimawî hatine wêrankirin.
Di demeke nêz de, encamên ku şanda şopandina rastiyan ya bi rêxistinê ve girêdayî ye di nûtirîn rapor de der barê Sûryayê ji hêla rêvebirê giştî yê rêxistinê Ehmed Ozoco derket, tê de got:” taqîkirina xwîna hindek kesan diyar dike ku mirovin di qonaxekê de ketine bin bandora Xaza Sarîn yan bûjeneke nêzîk wê”.
Ji hêla xwe ve berdevkê bi navê rêxistina qedexekirina çekên kîmawî Malik Îlhî roja Sêşembê ragihand ku enbarên kimawî yên Sûrî yê eşkere 100% hatine wêrankirin, û diyar kir ku tibaba dawî ji cebilxanê li Têksasa Emirikî hate wêrankirin.
Lê ev rêxistin û Netewên Yekbûyî hîn êrîşên bi çekên kimawî mîna Xaza Sarîn li Sûryayê dişopînin, rejîma Esed Xaza Sarîn di êrîşên li ser Me`edemiya li Gundewarê şamê di 22Kanûna1ê bikar anî, û di encamê de 10 kes şehîd bûn û zarok û jin di nav wan de hebûn, û bêtir ji 30 birîndarî jî hebû.
Encumena Ewlehiya Navdewletî biryara 2235 derbarê pêkanîna lêpirsîneke navdewletî derbarê bikaranîna çekên kimawî li Sûryayê û destnîşankirina pirsyarên wê û pêşkêşkirina wan ji dadweriyê re derxistibû.
Serokê Hevbendiya Niştimanî bo Hêzên şoreşê û Hevrikiya Sûrî Xalid Xoce got” Tawankarên rastîn ew kesên berpirsên rejîmê ne û ji wan Beşarê Esed , ku karîn û desthiltiya tekûz ji bo dana fermanên êrîşan di destê wan de ne, ku vê dawiyê di bin zextê de beşek ji çekên tawankariyê radestî rêxistina qedexekirina çekên kîmawî kirin, ew kar rawestiya dema Encumena Ewlehiyê biryara nemre 2118 li xwe girt “.
Xoce berdewam kir: li gor Biryara nemre 2118 divabû Encumena Ewlehiyê pêrabûnin mezintir li ser rejîma Esed ferz kiribana, di bin beşê heftan de ji belgeya Netewên Yekbûyî, ji ber bikaranîna bi berfirehî û berdewam ji çekên kimawî re, tirsin ceddî tînin holê ku mercên di biryarê de diyarkirî bi giştî pêk nehatine.
Xoce tekez kir ku parastina sivîlan li Sûryayê ji kirêtî û kuştarên rejîmê berpirsyariyek navdewletî ye. û hêvî kir ku ev awayê nû karibe dawiyekê ji vî beşê êşdar û nemirovahî ji êşa millet Sûrî re bîne, eger viyana vegera baweriyê bi erkên Netewên Yekbûyî bi gihiştina çareyek siyasî hebe.
Raporek ji hêla rêxistina qedexekirina çekên kimawî derket got ku ew di 11 êrîşên bi çekên kimawî lêpirsînê dike. Rêxistinê dem û cihên pêkanîna êrîşan , yan aliyê berpirs di ber vê yekê de diyar nekir.
Jêder: Hevbendî