Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Mihemed Yehya Mektebû tekez kir ku nezandîtin û guhnedana Esed ji şanderê navdewletî bo Sûryayê Stîvan Dî Mistora re di hevpeyvîna wî telfizyonî ya dawî de, navnîşaneke nû danî ku aliyekî rastîn û ciddî bo veguheztina ber bi operasyona siyasî û rihakirina milletê Sûrî ji xwînrêjiyê tune ye, wek dema li gotubêjên di Cinêv2 de çêbû û rejîma Beşarê Esed bû sedema têkçûna wan danustandinan.
Mektebî berdewam kir:” Li gor Beşarê Esed got, ew ji Dî Mîstora dixwwaze ku pêşiniyarekê jê re pêşkêş bike ta li ser stûyê milletê Sûrî sermedî bimîne, û Sûrî ji zarok û neviyên xwe re bike mîrat, herweha jê dixwaze ku kuştarên Esed – Weke ku li Dûma çêbû – bibîne û çavê xwe ji wan bigire “.
Mektebî bal kişand ku her tevgerek di qada siyasî de dibe, Beşarê Esed asta tawankariya xwe dijî Sûriyan bilind dike, wek di dema bûrî ya nêzîk de di kuştarên kirêt li Dûma çêbû, bi tayabet dema ku guhertinek biçûk di helwesta Rûsî de çê bû, lewre Esed xwest nameyekê bişîne û tê de diyar bike ku ew bi serkirdayetiya Rûsî bawer e, û siyaseta wê nehatiye guhertin.
Jêder: Hevbendî – Elerebiyê