Nûnertiya Encumena Niştimanî ya kurd li Herêma Kurdistana Îraqê li baregeha xwe ya li Hewlêrê pêşwaziya şandekî ji Ofîsa Hecê kir, daku behsa amadekariyên destpêkî yîn werzê heca îsal bikin.
Û di civatê de Serokê Nûnertiyê D. Kawa Ezîzî û Endamê Nûnergehê Raman Mela û Nûnerên Encumena Niştimanî ya Kurd di Hevbendiya Niştimanî de Şelal Gedo û Îmad Berho û Rêvebirê Ofîsa Hecê li Herêmê Ebdilîlah Keleş û Cîgirê wî Cewad Hebeş amade bûn.
Tê zanîn ku Qiralgeha Erebistana Siûdî ragihandibû ku ew dê îsal pêşwaziya hecacan bike, piştî du salan ferza hecê ji derveyî Qiralgehê bi sedema bêtara korona hatibû rawestandin, û Qiralgehê para Sûriyê bo heca îsal deh hezar û 185 hecacan bo werza sala 1443 koçî (2022 zayînî) destnîşan kiriye.
Û Nûnerên Encumen di Hevbendiya Niştimanî de li ser giringiya hevrêzkariyê di navbera herdû aliyan de ji bo hêsankirina pirosesa tomarkirina her kesê ku dixwaze ferza hecê bike axivîn, û daxwazên Ofîsa Hecê wergirtin daku li pêşiya Komîteya Heca Sûrî ya Bilind di demeke nêz de raxînin.
Û amadebûyan tekezî li ser giringiya rêxweşkirina karûbarê hecaciyan daku karibin heca xwe bikin û cudahî di navbera heciyan tune be, çi di hundirê Sûriyê de be an li derve be, kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî