Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Selîm Idrîs, rapora karê Ofîsê yê herdû heyvên bûrî pêşkêş kir, û têde li ser rewşa penaberên Sûrî li Îraq, Libnan û Trkiyê û dewletên dîtir axivî, û şopandina doz û karûbarên penaberan li wan dewletan berçav kir.
Û Idrîs di raporê de li ser tiştê ku Hikûmeta Îraqê berî demekê kiriye, gava hejmarek penaberên Sûrî dersînor kirin û ew radestî rijêma Esed kirin, û pabendî bi yasayên navdewletî nekir, axivî. Û bal kişand ser nameya ku arasteyî Balyozên Dewletên herêmî û rojavayî derbarê binpêkirinên Hikûmeta Îraqê û pêwîstiya ku Hikûmeta Îraqî berpirsyariya kiryarên xwe yên derbarê penaberên ku radestî rijêma Esed kirine, hilbigre.
Û bal kişand ser binpêkirinên desthilatên Yonanistanê di heyama bûrî de dermafê kesên ku ji ber mirinê ji welatên xwe reviyane, ku xelkê me yên Sûrî beşek ji wan in, û bi taybetî dermafê penaxwazên Sûrî yên ku hejmara wan bi temamî 70 kes bû, 32 zarok, 10 jin û 26 mêr bûn.
Û raporê behsa kêmbûna piştgiriya mirovî ji penaberên Sûrî re li herêma Kurdistana Îraqê ji hêla saziyên navdewletî ve kir, û tirsa xwe anî ziman ji ranebûna saziyên navdewletî bi erk û pabendiyên xwe derbarê penaberan, piştî bêhtir ji donzdeh salan ji penaberiyê.
Û raporê dosya Sûriyên xwedan karînên ciyawaz li cihên ku lê bûne penaber şopand, nemaze afrêneriya penabera Sûrî li Kenedayê, ku platformeke nû bo gera li sûriyên winda afirandiye, her wiha behsa rojnamevanê Sûrî yê ku xelata “ıvlp” wergirtiye, di pirograma Mêvanê Navdewletî ya kesên xwedan bandor, ya bi ser Wezareta Derve ya Amrêkayê ve ye, kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî