Ofîsa Ciwanan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi serpereştiya Cîgira Serok û Hevrêzkara Ofîsê Ruba Hebûş, komcivîneke diyalogî di bin navê Rêvebiriya Emrîkî ya nû û Rewşa Sûriyê li dar xist, û têde Ofîsê mîvandariya Serokê Encûmena Sûrî-Emrîkî D. Zekî Lebabîdî kir.
Û di komcivînê de hejmarek ji xwendekar û ciwanan û tîmên xwebexş û kesayetên akadîmî û çalakvanên siyasî amade bûn.
Û doktor Lebabîdî di axaftina xwe de bal kişand ser ku hindik maye doza gelê sûrî çareser bibe, û tekez kir ku divê çareseriya Sûriyê li gor biryara 2254 be, û li ser komek ji pirensîpan be û di serî de redkirina çi çareyê ger rijêma Esed bimîne, û pêwîstiya xebatê li ser pêkanîna aramiyê li deverê di riya jîngeheke ewle û bêalî re, û divê em ji pirensîpa dadweriya veguhêz û diyarkirina çarenûsa bêserûşûnan û serbestberdana girtiyan danegerin.
Û Lebabîdî got ku heger şanoya hilbijartinên rijêmê li dar bikeve jî, dê ti danpêdanê ji aliyê navdewletî ve wernagre, û axilbe dê Rûsiya helbijartinan dereng bixîne bi sedema vîrosa korona, û rêveberiya Emrîkî nahêle ku rijêm biser bikeve an ji nû de amade bibe, û ew di sepandina Sizayên Qeyser de li ser serokê rijêmê û çeteyên pê re û piştgirên wê berdewam e.
Û Lebabîdî diyar kir ku piştgiriya Emrîkî bo gelê sûrî kêm nabe, hata qebareya zaliya Îranê û Rûsiya li ser deverê kêm nebe, û amadebûyan tekez kirin ku çendî nirxê pêkanîna armancên şoreşê biha be jî ew ê bidome, û dîtin ku ji berjewendiya dewletan e ku veguhestina siyasî pêk were, û dest bi avakirina sûriya demoqratîk û dadwer a li gor hêviyên sûriyan bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî