Ofîsa Ciwanan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, hevdîtinek li gel Tîma Sand ya xwendekaran bi amadebûna hejmarek ji Endamên Tîmê li deverên rizgarkirî lidar xist.
Û Ofîsa Ciwanan kurtenivîsek li ser çalakiyên Tîmê li deverên rizgarkirî û giringiya karê wê di warê zanistî de û rola wê di warê yekkirina karînên ciwanan de û bikaranîna xebatên Tîmê û xistina wan di xizmeta armancên şoreşê de pêşkêş kir.
Û amadebûyan behsa guhdana ciwanan bi pirosesa siyasî û heza wan ya zanîna wêneya ketwarî ya rasteqîn dûrî tiştên li ser mediya civakî belav dibe, û girîngtirîn pêngavên rêya siyasî rawestiyan.
Û amadebûyan bal kişandin ser pirkirina hevdîtinan û berdewamiya wan daku li hûrbîniyên pirosesa siyasî temaşe bikin, û pirsên ku karibin xalên lihevkirinê xurt bikin û yekrêziyê di nava kolana şoreşgerî û Hevbendiya Niştimanî de pêk bînin bipirsin.
Û civîngeran li ser lidarxistina pirkirina komcivîn û worşopan bi amadebûn û beşdariya endamin ji Hevbendiya Niştimanî bo xurtkirina pêwendiyê di navbera kolanê û nûnerê wê yê siyasî de li hev kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî