Ofîsa Jinan di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, li gundewarê helebê, pêşwaziya şandek ji yekîtiya Jinan yê şaxê Helebê kir, û pêre behsa rêyên hevkarî û hevrêziyê bo piştgiriya jinên Sûrî û misogerkirina bidestxistina jinê ji tevaya mafên wê re kir.
Û di civînê de Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî, Ruba Heboş, ji dûr ve amade bûn, û Endamê Hevbendiya Niştimanî, Necîb Rehmon , her weha Berpisyara Piştevaniyê di Yekîtiya Jinan de Semer Elhesen, û Berpisyara Pêwendiyan di Yekîtiya Jinan de, Rena Elaxa, amade bûn.
Û Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser girîngiya vekirna Ofîsa Jinan li deverên rizgarkirî û pilana karê Yekîtiyê di pêwendiya li gel tevaya sazî û rêxistinên girêdayî jinê axivî, û got ku hevbendiya Niştimanî girîngiyek mezin dide jinê û rola wê ya pêşeng di civakê de.
Û amadebûyan behsa xurtkirina rola jinê û beşdariya wê di warê siyasî û civakî de kir, û tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina civîn û hevdîtinan ji bo danasîna rola wan kir, her weha danîna mîkanîzmekê ji bo pêwendiya çalak û berdewamiya hevrêzî û hevkariyê di vî warî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî