Ofîsa Penaber û Derbideran ya Hevbendiya Niştimanî rapora karê xwe li pêşiya Desteya Siyasî roja pênşemê pêşkêş kir, û têde li ser rewşa derbiderên di kampên bakurê Sûriyê de axivîn.
Û raporê bal kişand ser ku derbiderên ku rastî koçkirinê li ser destê rijêma Esed hatine di kampên nîv-rêkûpêk de û hin jî di kampên bêserûberî de li nav zeviyên rût an di zeviyên çandiniyê de yên ku li kêlek sînorê Tirkiyê belav bûne dijîn.
Û raporê tekez kir ku kamp ne çareyên rasteqîn in, û nejî ji çareyê ve nêzîk dibe gava ku dem dirêj dibe, ji ber ku nişteciyên wan kampan rastî pirsgirêkên mezin tên, ji serma û baran û germê de dest pê dike ta bigêje pirsgirêkên derûnî û tenduristî û hilanîna sînorên taybetmendiya mirovan û jiyana civakî.
Û raporê hejmara derbideran û rewşa kampan û cihên wan û xizmetkariyên ji wan re têne dabînkirin û pêdviyên pêwîst berçav kirin.
Û raporê daxwaza rakirina daxwaz-nameyê bo Hikûmeta Sûrî ya Demkî ji bo ku van kampan têxe di lîsteya karên xwe de kir, û temîniya avakirina wezaretekê an desteyeke taybet a sponseriya rewşa kampan bike kir, her weha şopandina rewşa derbideran û çareserkirina pirsgirêkên wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî