Ofîsa Karûbarên Erebî di Ofîsa Têkliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya sûrî de, civînek li gel endamên desteya siyasî lidar xist, ji bo gengeşekirina pêşxistin û xurtkirina têkliyên Hevbendiya Niştimanî li gel dewletên Ereb û rêçên vegerandina rola Erebî di doza Sûriyê de.
Û amedebûyan dîroka têkliyan li gel dewletên Ereb û Encûmana Hevkariya Kendavê ji dema avakirina Hevbendiya Niştimanî de di dawiya sala 2011an de berçav kirin, û tekezî li ser pêwîstiya rûbirûbûna astengiyan û xurtkirina têkliyên dualî li ser bingeha bercewendiyên hevbeş kirin.
Û tekezî li ser girîngiya rola dewletên Ereb di piştgiriya gihîştina çareya siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî û di pêşî de biryara 2254 kirin, ji bo bicîkirina hêviyên gelê Sûrî di azadî û rûmetê de, li ser bingeha rêbazên demoqrasî û dadweriya ku aştiya domdar li welat misoger bike.
Û civêngeran pesnê rola Erebî da, çi li ser asta dewletên Ereb be, an di riya Komkara Dewletên Ereb ra be, yên rolekî girîng ji destpêka şoreşê de di karê bo parastina sivîlan lîstine, û tewanên rijêmê şermezar kirine, û tevaya têkliyên xwe yên diplomasî û pêwendiyên pêre birîne, û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî wek nûnerê rewa û bitenê ji gelê Sûrî re û aliyê sereke di diyalogên bi Komkara Erebî re dîtine.
Û Endamên Ofîsê di riya civînê re pilana kar bi beşdariya Endamên Desteya Siyasî pêşkêş kirin, yaku cextiyê li ser hêzdarkirina têkliyê li gel dewletên dost yên ku rolekî wan a berçav hebûn di piştgiriya siyasî û mirovahî de bo gelê Sûriyê bi gelemperî, û Hevbendiya Niştimanî bi rengekî taybet dike, her weha berfirehkirina çarçoveya têkliyan li gel dewletê Ereb bo komkirina raya giştî ya Erebî ya pêwîst ji bo piştgiriya doza gelê Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî