Hevrêzkarê Ofîsa Lêkolîn û Belgeyan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Fîras Elmisrî, raporeke hûrbîn li ser kongirê Biroksil ê heftemîn bo Desteya Siyasî di civîna îro ya rolane de pêşkêş kir, têde giringiya kongir li gor gerên wê yên berê û giringiya helwestên aliyên beşdar şirove kir, û li ser qebareya bexşînê û guncîna wê bi hewcedariyên mirovî li Sûriyê re axivî.
Û Elmisrî dîroka herşeş kongirên berê û encamên wan li ser asta sivikkirina derdeseriyên gelê Sûrî yên li hundur û derve û kesên têde beşdar û qebareya pereyên ku dê her dewletek bide berçav kir.
Û Elmisrî tekez kir ku girîngiyeke awarte bi gera heftemîn a konferansê hat dan, ji ber ku hevdem e li gel rewşên cuda û guherîna xwezaya dosya Sûriyê, û alozbûna kirîza mirovî û jiyanê li welat, yên ku dibe bandora wê ya mezin li ser çareserkirina nakokiyê li Sûriyê hebe.
Û Elmisrî behsa astengiyên li pêşiya encamên konferansê kir, û di serî de hewildanên berdewam ên Emerîkayê ji bo dorpêçkirina rijêma Esed, û nearamiya qada Sûriyê, nemaze di dema bombebarankirina nû ya hêzên rijêmê li ser deverên sivîl de.
Û Elmisrî pirogramê konfiransê yê ku têde gotûbêjên li ser peydakirina hewcedariyan û gihîştina xizmetguzariyên bingehîn, her weha ramana bi stratejiyên bersivdanê ji bo piştgiriya encamên mirovî yên domdar û pêşxistina derfetan li ser asta xwecihî ji bo bihêzkirin û parastina serkirdayetiya xwecihî pêşkêş kir, her wiha xurtkirina dad û dadpirsînê bo gelê Sûriyê.
Û Elmisrî temînî kir ku nerîneke hûrbûn derbarê pirograma Başbûna Zû ya ku Netewên Yekbûyî cîbicî dike amade bike, her wiha bandora wê li ser pirosesa siyasî û cîbicîkirina biryara navdewletî 2254, û şopandina pereyên terxankirî yên ku ji hêla her dewletekê ve di konferansê de hatine ragihandin, di warê belavkirin wan pereyan û rêjeya cîbicîkirina kar de.
Û daxwaz ji Netewên Yekbûyî û dewletên bibandor di dosya Sûrî de kir, ku gihandina alîkariyên mirovî bo hewcedaran li Sûriyê di riya dergehê Bab Elselame û Alraî re berdewam bikin, çi bi razîbûna rijêmê an nerazîbûna wê be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî