Ofîsa Partî û Şepêlên Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek li gel Partiya Komarî ya Sûrî li dar xist, û herdû aliyan di hevdîtinê de pêşhatên rewşa siyasî û mîkanîzmên pêwendiyan di navbera partî û şepêlên siyasî yên Sûrî de gotûbêj kirin.
Û di hevdîtinê de ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ve, Hevrêzkarê Ofîsê Ebdellah Gedo û Endamên Ofîsê Ebdilmejîd Berekat, Mihemed Elî Îsa û Yehya Mektebî amade bûn, û ji aliyê Partiya Komarî ya Sûrî ve Mereh Elbiqaî, Ehmed Elcimcimî û Mihemed Ezîz amade bûn.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Partî û Şepêlên Siyasî Ebdellah Gedo li ser bizavên Ofîsê di warê civîna bi partiyan re û pêwendiyên berdewam di çarçoveya pilana Hevbendiya Niştimanî û pirojeya wê ya niştimanî de ji bo partiyên Sûrî nûner û çalak bin axivî.
Û Hevrêzkarê Ofîsê tekezî li ser pêwîstiya hebûna merc û mîkanîzman li bal Hevbendiya Niştimanî bo tevlêbûna partiyan û nûnerrtiya wan kir, û bal kişand ser giringiya karê li ser komkirina agahiyên girêdayî tevaya partiyên Sûrî yên çalak û kartêker.
Û civîngêr li ser helwestên Amrîkayê û Ewropayê ji vegera rijêma Esed bo Komkara Erebî axivîn, û bal kişandin ser ku rijêm di rêbaza xwe ya tawankarî de berdewam e, û çi pêngavên wê yên cidî ne di warê siyasî de û ne jî di warê mirovî de tune ne.
Û herdû aliyan tekez kirin ku mana sizayan li ser rijêma Esed dê girîng be bo jibîrnekirina maf û mercên piroseya siyasî li gor biryara navdewletî 2254, û cext kirin ku dê çi veger bo penaberên Sûrî tune be eger mercên vegera ewle peyda nebin.
Û ji aliyê xwe ve Seroka Partiya Komarî ya Sûrî Mereh Elbiqaî, tekezî li ser girinyiya ku nûnerên aliyên siyasî di Hevbendiya Niştimanî de hebin, û piştgirî û kartêkerkirina ofîsa partiyan bibe da ku bi erkê ku ji jê tê xwestin rabe, kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî