Ofîsa Revendan di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de civînek ji dûr ve li gel Endamên Encûmena Revenda Sûriyê li Qeterê lidar xist, bi armanca xurtkirina pêwendiyan di navbera Hevbendiya Niştimanî û tevaya revendên Sûrî de.
Û di civînê de cîgirê Serok Ebdulhekîm Beşar û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehye Mektebî, û Endamin ji Desteya Siyasî û Balyozê Sûrî li Qeterê Nîzar Elhirakî amade bûn.
Û D. Ebdulhekîm Beşar li ser rola Encûmana Niştimanî ya kurdî wek perçeyek ji şoreşa Sûriyê û rikbera niştimanî Sûrî ya fermî, û li ser rola Encûman di piştgiriya tevgera şoreşgerî ya ciwanan de û pêgirî û pabendiya bi şoreşa Sûrî ji dema hatî damezradin de axivî.
Û Beşar nerazîbûna xwe li ser kiryarên PYD û desthilata defakto yaku xwe ferz kirî tekez kir, her weha tekezî li ser xebata Encûman ji bo avakirina rêvebiriyên xwecihî yên hilbijartî û demkî li Rojhilatê Ferêt kir, wek Encûmenên Xwecihî li deverên rizgarkirî, heyanî ku destûrek tête danîn û Sûrî tev li ser lihev bikin û çareya siyasî ya dawîn temam bibe.
Ji aliyê xwe ve Endamê Desteya Siyasî Mihemed Selîm Elxetîb şiroveyek li ser karê Ofîsa Pêwendiyên derve û pergal û Ofîsên Rêvebiriyê û rola wê di komkirina piştgiriya navdewletî bo rûbirûbûna Korona li deverên rizgarkirî pêşkêş kir, her weha li ser helmeta dîplomasî yaku Ofîs pê radibe piştî derketina rapora rêxistina qedexekirina çekên kîmawî ya bikaranîna rijêmê ji çekên kîmawî re bo kuştina Sûriyan çesipandiye axifî.
Û amadebûyan behsa dawîtirîn pirosesa siyasî û pirosesa danûstandinê kirin, û Endamê Desteya Siyasî D. Bedir Camos li ser amedeksriyên lidarxistina rûniştineke nû ji karê Komîteya Destorî Sûrî axifî, û tekez kir ku hîn rijêma Elesed di astengkirina karînên çareya siyasî û rêbaziya leşkerî ya xûndar de berdewam e.
Û Balyozê Sûrî Nîzar Elhirakî şiroveyek derbarê xebata Tîma Karê Şopandina Yasaya Qeyser di Hevbendiyê de û rola wê di piştgiriya yasayê de bi hevkariya rêvebiriya Emrîkî pêşkêş kir, her weha behsa belgekirina binpêkirinên rijêmê û hewldanên wê yên reva ji sizayan hat kirin.
Û Elhirakî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî kar li ser yasayê dike ji ber ku ew nûnerê rewa ye ji gelê Sûriyê re, ji ber ku ev yasaya girîng e di parastina sivîlan de, û dê bihêle rijêm tevlî pirosesa siyasî bibe, nûçeyên rijêmê derbarê ziyana yasayê bi jiyana rojane ya welatiyên li deverên rijêmê dijîn ret kirin, ji ber ku yasa aliyên hawarçûnê û pizîşkiyê û xwerinê dide alî û astengiya naxe riya anîna wan keresteyan.
Û Hevrêzkarê Desteya Niştimanî ya Karûbarê Girtî û Windakiryan, Yasir Elferhan, eşkere kir ku karekî berdewam ji bo zêdetirîn fişarê li ser rijêmê ferz bikin bo serbestberdana girtiyan, û vedîtina çarenûsa binçavkiriyên kotekî yên tên kirin, her weha karê desteyê di eşkerekirina rijêmê û xapandinên wê ji civaka navdewletî re, di riya merasîmên lêborînê ne rastî yên di riya wan merasîman re hejmareke pir hindik ji ji girtiyan berdide, û lihember wan duqatî wê hejmarê digre, daku ji civaka navdewletî re bibêje ku min kiryarên xwe guhartine, û Elferhan li ser hevkariya desteyê li gel Komîteya Lêpirsînên Navdewletî û Mîkanîzma Bêalî Navdewletî axifî, û rênameyên hatine amadekirin û pêşkêşkirin ji Netewên Yekbûyî û Encûmena Mafên Mirovan re derbarê girtî û binçavkiriyên kotekî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî