Hevrêzkarê Ofîsa Revendan di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Mihemed Yihya Mektebî, hejmarek ji pêwendiyan bi Encûmenên Revendên Sûriyê li cîhanê lidar xist, û li rewşa wan ya tendurustî pirsî, û bi wan re rewşa Sûriyan di dema berdewamiya belavbûna Vîrosa korona û mirina xelkê bi wê sedemê gengeşe kir.
Û Mektebî guhdarî li endamên revendan kir, ên behsa astengiyên cûrbecûr ên ku li her dewletekê ji encama karûbarên xweparastina ji korona derdikievin dikin, û bandora wê ya nerênî li penaberan û tevaya beşên civakê heye.
Û daxwaza hevkariyê û rwaestana li ser berpisyariya li ser milê hemûyan kir, di van demên teng de yên ku cîhan tê re derbas dibe, nemaze gelê sûriyê, û bal kişand ser pêwîstiya piştgiriya malbatên hewcedar ên pir ziyan li wan bûye, û xwebexşankirina ji bo gihandina keresteyên bijîşkî û xwerinê ji kal û pîran re.
Herweha daxwaz ji hemû sûriyan kir ku alîkariyê di warê darayî û derûnî û xwebexşandinî bikin, daku li hember vê nexweşiyê xwe ragrin, di riya hevrêziya bi sazî û rêxistinên civakî û sivîl re, li gorî karûbarên tên kirin.
Û tekezî li ser liva bi hişmendî kir, û revenda Sûriyê han dan li ser pabendiya bi şîret temîniyên tendurustî yên xweparastinê yên aliyên fermî di dewletîn cûbecûr de belav kirine .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî