Ofîsa Rêxistinên Civaka Sivîl ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, workşopek li bajarê Gazîentab ê Tirkiyê, derbarê sektora tenduristiyê li bakurê Sûriyê yê rizgarkirî, ji bo pêşxistina kar û hevkariyê di navbera sazî û xebatkarên vê sektorê de, li dar xist.
Û di workşopê de Cîgira Serokê Hevbendiyê Ruba Hebûş, Hevrêzkarê Ofîsa Rêxistinan ya Hevbendiya Niştimanî endamê Desteya Siyasî Zuhêr Mihemed û endamên Hevbendiya Niştimanî Fîras Elmesrî, Eymen Elasimî, Ehmed Elhesen û Ehmed Newaf Elcerba amade bûn, her wiha Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Meram Elmesrî û Rêvebirê tenduristiya Idlibê û Rêvebirê Yekîneya Hevrêzkariya Piştevaniyê Mihemed Heseno û nûnerên 15 saziyên civaka sivîl li deverên Sûrî yên rizgarkirî di workşopê de amade bûn.
Û workşopê kêşe û pirsgirêkên ku sektora tendirûstiyê tûşî wan dibe, bi armanca gihîştina çareseriyan bi leztirîn dem de, li gor ku pêdawîstiyên hemû welatiyên Sûrî li deverên rizgarkirî pêk werin, hatin gotûbêjkirin.
Û amadebûyan pêşniyarên têkildarî çareseriyê û danîna mekanîzmayên kar ji bo çêkirina jîngeheke baştir di sektora tenduristiyê de li deverên rizgarkirî û çawaniya karkirina li ser wê û lipaşxwehiştina astengiyan gotûbêj kirin.
Û kesên di workşopê de gihan hejmarek pêşniyarên têkildarî xebatên Wezareta Tenduristiyê di hikûmeta demkî de, ji bo çareserkirina zehmetiyên rastî karê rêxistin û xebatkarên tenduristiyê tên.
Û Ofîsa Rêxistinan tekezî li ser pabendiya xwe ya tam bi plana kar a ku pêşkêş kiriye û beşdariya kartêker ji bo piştgiriya stratejiya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di hemû sektorên ku xizmeta civaka Sûrî li deverên rizgarkirî dikin de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî