Hevrêzkarê Saziyên Civaka Sivîl Endamê Desteya Siyasî Zuhêr Mihemed, raporek hûrgil bo Desteya Siyasî derbarê workşopa li ser karta tenduristî ya ku li bajarê Gazî Entab yê Tirkiyê li dar ketiye û endamin ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî têde amade bûne, û 15 saziyên Sûrî yên di karta tenduristiyê de li deverên rizgarkirî dixebitin têde amade bûn, pêşkêş kir.
Û raporê behsa komek pêşniyarên girêdayî pêşxistin û baştirkirina karê rêxistinan li deverên rizgarkirî kir, û di nav wan de pejirandina stratejiyekê ji bo karê sektora tenduristiyê û siyasetên kar di vî warî de, û avakirina komîteyekê ji bo karûbarên mirovî ku girêdayî Hikûmeta Sûrî ya Demkî be, bi awayekî ku rê li ber hatina pereyan negire û karên li gel xêrxwazan asteng neke, û avakirina laboratoarên kontrolkirina dermanan li bakurê Sûriyê, û avakirina platformek yekgirtî ji bo dayîna destûrê û piştrastkirina belgeyên pizîşkî, û pêwîstiya xebatê li ser sîstema tenduristiyê ya yekgirtî.
Û raporê komek pêşniyarên girêdayî aliyê Tirkiyê ji bo hêsankirina karê rêxistin û saziyên li bakurê Sûriyê anîn ziman, di nav wan de danûstandina bi aliyekî Tirkiyê re derbarê sektora tenduristiyê, û dîtina çareseriyê ji aloziyên danûstandina bi PTT re, di riya zêdekirina hejmara navend û xalên ATM û hêsankirina danûstandinan, û rêxistinkirina lîsteyên derbasbûnê bi rêya Hevbendiya Niştimanî ji Karmendên warê Tenduristiyê re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî