Ofîsa Sendîke û Yekîtiyan, rapora karê xwe ji Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî re di civînên rola 52yemîn de pêşkêş kir, û têde behsa encam û çalakiyên ku ofîs di dema borî de pê rabûye, û pilana karê wê di dema dahatî de kir.
Û Hevrêzkarê Ofîsê, Ebdimejid Berekat, tekez kir ku Ofîsa Sendîke û Yekîtiyan li ser xurtkirina hevkarî û hevrêziyê li gel cûrbecûr yekîtî û sendîkeyên sûrî kar dike, û cextî li ser rola girîng ya wan sendîke û yekîtiyan di rêxistinkirina karûbarê Sûriyên xwediyên pîşe û meslekan û çareserkirina pirsgirêkên wan kir.
Û Berekat eşkere kir ku Ofîsê civatên cûrbecûr bo pêkanîna pilanê lidar xistin, û Komîteya Olompî ya Niştimanî Sûrî û encûmana Sendîkeya Parêzeran û Sendîkeya Sûrî ya Giştî ya Mamosteyan di nav de bûn, û got ku Ofîsê di wan civînan de behsa pirsgirêkên werzişvan û parêzer û mamosteyên Sûrî kir, û gihîşte hejmarek ji temîniyan ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan.
Û Berekat di raporê de bal kişand ku Ofîsa Sendîke û Yekîtiyan, destkeftên girîng li ser asta avakirina Yekîtiyên Werzişvanan pêkanîne, her weha amadekirina pêşbaziya gogapê ji yaneyên Sûrî yên li Başûrê Tirkiyê re.
Û Berekat diyar kir ku Ofîs dê di dema dahatî de xebatê li ser zêdekirina hevrêziyê li gel Sendîkeya Sûrî ya Giştî ya Mamosrteyan bike, û serpereştiya çaksazkirin û berfirehkirina şaxên sendîkeyan û hilbijartinên wan yên dahatî bike, her weha lidarxistina hevdîtinekê li gel Neqîbê Giştî yê Parêzeran li deverên rizgarkirî û zêdekirina hevrêziyê li gel Komîteyên Taybet bi pilan û dozên yasayî.
Û got ku Ofîs amadekariyan dike daku hevdîtinekê di navbera werzişvanên ciwan bi serpereştiya Komîteya Olompî ya Niştimanî li dar bixîne, daku çareseriyê ji pirsgirêkên wan re bibîne, û Workşopên rahênanê ji hekemên werzişî yên cûrbecûr re veke, her weha pêwendiyan li gel Yekîtiya Xwendekarên Sûrî li Tirkiyê û deverên rizgarkirî û hevrêziyê di navbera wan herdû aliyan de bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî