Hevrêzkarê Ofîsa Sendîke û Yekîtiyan, Ebdilmejîd Berekat, rapora karê xwe li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya xola normal a 58an pêşkêş kir, û têde li ser çalakiyên ku di herdû heyvên bûrî de pêkanîne axivî.
Û Berekat bal kişand ser ku Ofîs li ser pilana xwe yaku ji Emîndariya Giştî re pêşkêş kiriye di riya lidarxistina hejmarek ji çalakî û xebatan li deverên rizgarkirî re kar dike, û got ku dê hejmarek ji hevdîtinên giring li ser herdû astên sendîke û werzişê lidar bixe.
Û tekezî li ser berdewamiya kar bo bilindkirina asta werzişê di pêşbirkên navxwe û yên herêmî de kir, û ku rê bo jîngeheke werzişî ya guncaw re xweş bikin, ji bo ku bihêlin werzişa Sûrî ya azad di asteke cîhanî bilind de bête xuyakirin.
Û Berekat xebatên ku ji bona avakirina saziyên werzişî têne kirin diyar kirin, û lidarxistina hîn bêhtir civatan daku avakirina yekîtiyên lîstikên werzişî yên wek tîm û yên tekane temam bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî