Ofîsa Şêwerdariyên Sitratîcîk di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, xelekeke gengeşiyê ji dûr ve lidar xist, derbarê tiştê li Libnanê dibe, ku 7 tebaxê dema raghandina biryara Dadgeha Navdewletî ya derbarê kuştina Serok Elherêrî ye, her weha bandora teqîna Beyrûtê û têkliya Hizbullah bi van pêşveçûnan re û bandora wê li ser Sûriyê.
Û Rêvebirê Ofîsa Şêwermandiyên Sitratîcîk, Ehmed Remedan, serpereştiya xelekê kir, û tê de Wezîrê Karûbarê Penaberan yê Libnanî yê berê Moîn Muribî û hejmarek ji Endamên Desteya Siyasî û lêkolîner û pispran beşdar bûn.
Û amedebûyan behsa aliyên li paş vê teqînê disekinin kirin, nemaze di dema nêzîkbûna derçûna biryara dadgeha kuştina serok Refîq Herîrî û paşxistina wê ta 18 vê heyvê, piştî rûdana teqînê.
Û amedebûyan tekez kirin ku teqîna Beyrût hejand dê bandora wê ya metirsîdar li ser Libnan û deverê hebin, û bal kişandin ku hin agahî hene ku Hizbullah ji sala 2014an de keresteya Alamonyon Netrat ya qebareya wê dighêje 2750 tonî bikar aniye.
Û civîngeran behsa retkirina Hikûmeta Libnanî ji çêbûna lêpirsînên navdewletî re kirin, û rabûna Emîndarê Giştî yê Gumrikê bi kar û Seroketiya Komîteya Lêpirsînê, yê ku bi ser Hizbullah ve ye, daku rastiyan winda bike.
Û civîngeran eşkere kirin ku hêrseke cemawerî ya mezin li Libnanê heye, û daxwaz hene ku Hikûmeta Libnanî dest ji kar berde, û avêtina berpisyariya teqînê ser milê Hikûmetên berê û lêpirsînin navdewletê derbarê bûyerê werin vekirin, û heye ku ew kar pêkan be dema fişarên navdewletî çêbibin, û piştî rabûna Firansa bi karê vekirina doseya lêkolînê derbarê qurbaniyên Firansî.
Û ji aliyê xwe ve Wezîrê Libnanî yê berê Moîn Mirûbî texmîn kir ku Îran li paş vê bûyerê be, nemaze piştî ku ketiye rewşeke pir lewaz de, û dorpêçkirina wê ji aliyê Emrîka de li Sûriyê û Îraqê dibe, û çêbûna zincîrek ji teqînên windayî li ser xaka wê.
Û wezîr got ku engiştên tuhmetbariyê li Libnanê ta niha bi rengekî yekser berve Hizbullah ve nehatine arastekirin, û ew mîlîşya dixwazin lomê têxin stûyê gendeliya di hundir Hikûmetê de, û wan berpisyar bikin derbarê ranekirina wan keresteyan ji sala 2014an de ji benderê, tevî hebûna yadnameyên bi veguhaztina wan keresteyan, û got ku em dixebitin ku rola Hizbullah riswa û eşkere bikin, û raya giştî berve riswakirina şerê wan milîşeyan ve bajon, û girêdana wan bi Îranê ve û ne Libnanê ve.
Û wezîrê Libnanî bal kişand ku tiştê dibe dê bandoreke mezin li doseya Sûrî bike, di riya zêdebûna bandora wê li ser Îranê û destekên wê li deverê, nemaze ku nîşanin bihêz hene li ser rola milîşeyên pêve girêdayî di vê bûyerê de, û encamên navdewletî yên bûyerê.
Û tekez kir ku Milîşeyên Hizbullah welat gihand vê qonaxa birçîbûnê, ji ber kiryarên wê yên terrorîstî û girêdana wê bi Îranê û sitratîciya wê ve, û bal kişand ku berdewamiya fişarên aborî dê bihêle hemû dijî van milîşeyan rabin, da xwe ji desthilata wan rizgar bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî