Ofîsa Şêwermendiyên Sitratîcîk di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, xelekike gengeşeyê ji dûr ve, derbarê xweparastinên sitratîcîk yên guncaw ji bo rûbirûbûna bêtara Korona li deverên rizgarkirî lidar dixe.
Ew jî di dema berdewamiya belavbûna Vîros li seranserî cîhanê û metirsiyên zêde ji gihiştina deverên rizgarkirî, û derngmana bersivdana Rêxistina Saxlemiyê ya Cîhanî di cîbicîkirina tiştên li ser lihevkirine bi Wezareta Tendurustiyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî re.
Û Ragirê Kolîça Bijîşkiya Mirovan li Zanîngeha Helebê ya Azad, Cewad Ebo Heteb, û D. Mazin Xêrellah, pisporê nexwaşiyên vegir û tevayî û guhdana taybet û mamosteyê di zanîngeha Nors Karolîna ya Emerîkî de, û D. Yehye Ebdilrehîm yê pispor di nexwaşiya penceşêra xûnê li ba zarokan de li Iyaleta Filoriya ya Emerîkî, her weha hejmarek ji Endamên Hevbendiya Niştimanî û bijîşkên li deverên rizgarkirî û pispor û çalakvan û lêkolîner di xelekê de beşdar bûn.
Û amedebûyan behsa rewşa tendurustî li deverên rizgarkirî û gavên xweparastinê yên Wezareta Tendurustî ya Hikûmeta Sûrî yên ji bo nehêlîna belavbûna Vîros li nav nişteciyan kirin.
Û besa helmetên hişyarkirinê kirin yên ku xwendekarên Kolîja Bijîşk û ya Dermansaziyê û saziyên mirovahî yên din ên li dever û kampan pê rabûne, û li ser şiyanên bicîanîna dûrbûna civakî di dema rewşa dijwar ya ku niştecî tê re derbas dibin, û bi ser de kêmbûna xaniyan piştî ku ew rastî bombebaranê ji hêla rêjîmê û Rûsiya ve hatine rawestiyan.
Û bijîşkên pispor, Vîrosê Korona û şêweyên wî, û ew çidike bi laşê mirov pîştî ku pê dikeve, û nîşanên li yê pêketî xuya dibin şirove kirin, û li ser rêçên dermankirinê û dermanê ku didin pêketiyên Vîrosê berî ku bighên vaksîna dijî wî axifîn.
Û amedebûyan rewşa karta saxlemiyê ji aliyê hejmara textên nexwaşan û amûrên nefesê gengeşe kirin.
Û amedebûyan hişyarî dan gihîştina Vîros bo deverên rizgarkirî, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya rêşûnên girtina xalên sînorî kirin, û nehîlana derbasbûna tu kesî di dema niha de, û cext li ser girîngiya hevrêzî û hevkariyê di navbera hemî aliyan de kirin, daku saxlemiya nişteciyan misoger bibe, da ji vê rewşê bi saxlemî derkevin.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Şêwermendiyên Sitrayîcîk Ehmed Remedan, tekez kir ku temêniyên ku xelekên gengeşeyan gihiştinê, dê ji Serokatiya Hevbendiyê û hikûmeta sûrî ya demkî re werin şandin
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî