Ofîsa Tiknîkî ya Komîteya Sûrrî- Tirkî ya Hevbeş civînek li gel Rêvebiriya Koçberiyê ya Giştî li Paytexta Tirkiyê Enqerê lidar xist, û bi hev re behsa girîngtirîn mijarên têkildarî Sûriyên li Tirkiyê kirin.
Û di hevdîtinê de ji aliyê Tirkiyê ve Rêvebirê Giştî yê Rêvebiriya Koçberiyê Savaş Ünlü û Berpirsê Parastina Navdewletî û Parastina Demkî bo Sûriyan Harûn Bash Buyuk û hinên din amade bûn, û ji aliyê Sûriyê ve Balyozê Hevbendiya Niştimanî li Tirkiyê Nezîr Elhekîm û Hevrêzkarê Komîteyê Ehmed Bekûra û berpirsên dosyan di Komîtê de amade bû.
Û Savaş Ünlü li ser pêşketinên di vê dawiyê yên girêdayî rewşa Sûriyên li Tirkiyê axivî, û tekez kir ku Rêvebiriya Giştî nivîsek arasteyî tevaya şaxên xwe kiriye, daku dest bi wergirtina doseyên rûniştina mirovahî bikin.
Û eşkere kir ku Tirkiyê ji dewletên herî kêm e ku pirsgirêk di navbera Sûrî û gelê wê de peyda dibin, ew jî tiştekî normal e ku di nav tirkan bi xwe de jî peyda dibin, û got ku Hikûmeta Tirkiyê tevaya pirsgirêkan dişopîne û li ser radiweste, daku nehêlin kes peyva nijadperestî bi keysebazî bikar bînin û careke din dubare nibin.
Û amadebûyan çar doseyên sereke wek: Doseya pêwendiyan, tevlêbûna civakî û rewşa yasayî û rewşên aborî û debara jiyana sûriyan gengeşe kirin, û tîma tikînkî tekez kir ku Sûrî hewcedarî belgeyên kesayetî yên piştrastkirinê her weha yên rûniştina yasayî ne.
Û li ser doseya hînkirina zimanê Erebî bo xwendekarên Sûrî di dibistanên Tirkî de ji bo parastina nasname û çanda wan ya Erebî axivîn.
Û amadebûya dosyên rewşên mirovahî yên ku gihştine Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş yên ku hejmara wan bêhtir jî 26 hezarî bû berçav kirin, û tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina pêwendiyên çalak bo çareserkirina wan kirin.
Û amadebûyan doseya yasayî û pirsgirêkên Sûriyan ên di dadgehên dewletê de mane şopandin, û behsa pejirandin û erêkirina Hikûmeta sûrî ya Demkî li ser kaxezên fermî ji bo alîkariya çareserkirina van pirsgirêkan kirin.
Û kesên amede li ser hêsankirina karê rojnamevanan her weha lidarxistina kargeh û kombendên rojnemevanî di navbera rojnemevanên Sûrî û rojnemevanên Tirk de lihev kirin, ji bo hevkarî û hevrêziyê derbarê şopandina rewşa Sûriyan, û handana li ser redkirina prpogenda nijadperestiyê ya derew û eşkerekirina wê axivîn.
Û li ser avakirina komîteyên karên hevbeş bo behskirina pirsên Sûriyan û di serî de rewşên mirovahî, û li ser doseyên yasayî û dana destûra xebat û iqametan lihev kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî