Şandeke Jinên Sûriyê ji wan Alya Mensûr û Meyada Xelîl li Kongirê Cîhanî yê Jinê yê ko li bajarê Berlîn bi helkefta Roja Cîhanî ya Jinê beşdar bû, bi rêkxistinkirina Opozisyona Îranî, Şandeyê di kongir de qurbaniyên ko Jina Sûrî di çar salên Şoreşê yên buhirî de danîn tekez kir.
Endama Hevbendiya Niştimanî Alya Mensûr tekez kir ko “Em li Sûriyê hemû wek hev in, Zilam, Jin û Xort û Kal” û “Ew Dirindeyê ko di Koçka xwe de li Şamê rûniştiye tu cudahiyê nake navbera Zilam û Jinê, navbera Zarok û Pîran de navbera Sivîl û Çekdaran, me hemûya bi hovîtî dikuje û Bermîl li ser serê me tevan dibarin, em bi hev re têne girtin û li ber Rêbendên Çeteyên wî têne riswa kirin û bi hev re êşkence dibin heta em jiyana xwe jidest didin.”
Mensûr destnîşan kir lê belê Tiroristî li Sûriyê me hemûyan dorpêç dike û Serê Mar her yek e, da xuyakirin ko Îro Sûriyê di bin destê Çeteyên Qasim Silêmanî û Xamineî û Nesrehllah û Malikî û Bexdadî û Çeteyên Esed yên mayîn de ye.
Endama Şandendiyê Meyada Xelîl di Kongir de got, amadebûna Jina Sûrî “li hemû gorepanan û di hemû çaxan de ûdaxwazkirina wê ji azadî û dîmuqratiyê û guhertina rewşa nuha re, û beraber wê çi qurbanî bên xwestin em ê bidin.” Bêtir got: “Em li kêleka Mêr bi hemû çalakiyên Şoreşê rabûne û ziyan, girtin, êşkence û kuştin gihaye me. Beşdarbûna Jinê di Şoreşê de bi plan, amade kirin, cîbicî kirin, piştgirî û dermandan û şehîd ketin. ” Beşdarbûna wê hat da kartêkirineke bi hêz bide, da mafê xwe di rûmet û azadî û dadiyê de li rex Zilam doz bike.
Jêder: Hevbendî