Şandeya Hevbendiya Niştimanî Sûrî bi serokê Desthilata Tirkiyê Ehmed Dawid Oxlo û çend şêwirdarên wî re li paytexta Tirkiyê Enqera civiya.
Şandeya Hevbendiyê ji Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoce û Cîgirên wî û Emîndarê Giştî û Endamên Desteya Siyasî û Serokê Desthilata Demkî û Wezîran pêk dihat.
Oxlo tekez kir ko Welatê wî bi daxwazên Gelê Sûriyê re ye, ji bo bidestanîna azadî û rûmetê û avakirina Civakeke dîmuqrat û Sivîl, herweha ewê berdewam piştgiriya Hevbendiya Niştimanî ,wek Nûnera tekane ji Şoreşa Sûriyê re, û Desthilata Demkî li ser hemû astan bikin. “eger tev de jî dest ji wan berdin.”
Serokwezîrê Tirkiyê bi helkefta nêzîkbûna derbasbûna Şoreşa Sûriyê di sala xwe ya Pêncan de got: “Daxwazên Şoreşa Sûriyê rewa û pir aştiyane bûn, lê belê Rêjîma Esed bi awayekî hovane û fîşekan beraberiya Şoreşê kir, bê ko li şîretên jê re hatin pêşkêş kirin guhdarî bike. Ji ber evê hindê jî Şoreşgeran piştî şeş mehan Çek hilgirtin.”
Oxlo da xuyakirin, Tirkiyê li pêşberî êrîşên hovane yên ko hêzên Rêjîmê û Pasvanên Şoreşgêr yên Îranî û Hizbullaha Tirorist li Helebê û Der’a û Gundewarê Laziqiyê bê deng namîne.
Oxlo bal kêşand ser ko Tirkiya hêj li pêkanîna Herêmeke parastî li Bakurê Sûriyê xwedî derdikeve û got ku: hêj rûniştinên me yên dirêj û berdewam di evê mijarê de bi Emerîkîkiyan re hene, da bigihên planekê ku guncayî cîbicîkirinê be.
Ji aliyê xwe ve Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoca spasiya Tirkiyê li ser piştgiriya ko ji Gelê Sûriyê re pêşkêş dike kir û li ser peywendiyên duqolî yên biratî di navbera herdu Welatan tekezî kir.
Herwiha Wezîrê Berevaniyê Liwa Selîm Idrîs rewşa Meydanî û Leşkerî şirove kir û doza pêşkêşkirina Çekên giran ji bo Artêşa Azad kir da bikaribe Sivîlan biparêze.
Herdu aliyan di hevdîtinê de danûstandinên Niştimanî Sûrî û hevdîtinên Qahîre û Mosko û plana Şandyarê Navdewletî Dî Mistora gotûbêj kirin, herwiha li ser piştgiriya Tirkiyê ji dosya Perwerdeyê re û hem li ser bizava ji bo derxistin û nûkirina Pasportan axivîn .
Jêder: Hevbendî