Pêşdeçûnên şervanan li Helebê berdewam in ber bi tabûra bergiriya esmanî, piştî kontrolkirina navçeya Henderat bitemamî û kontrolkirina kargeha dermanan, û karîbûn hewlên hêzên Esed di vegerandina Girê Elmedafa têk bibin û hin ji serbazên rêjîmê hatin kuştin.
Çalakvanan zanyarî dan ku girûpeka şervanan li bajarê Babê karîbûn bi dehên girtiyan ji girtîgehên rêxistina DAIŞê rizgar bikin, piştî peydabûna rewşeka ne aram di bajêr de, ku gulebaran wan rojan di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ de hebû, ku têde bi dehan çeteyên DAIŞê hatin kuştin, û paşî DAIŞ bi danîna çendîn rêbendên xwe di hindur û derdora bajêr de û pêkanîna hilmeteka desteserkirinê rabû.
Herweha li gundewarê Laziqiye di êrîşeka berûvajî de, şervanan karîn çendîn navçeyan kontrol bikin, ku ya dawî ji wan Kitif Elcelta û Tilet Elşêx Mihemed û pêde çûn berbi jora Nebî Yonis.
Berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit “pêşdeçûnên şoreşgerên qehreman li Henderat û li gundewarê Laziqiyê” bilind nirxandin, di heman demê de balkişand ku ev serkeftin “hêzê dide tevaya Sûriyan û nêzîkbûna serkeftinê tekez dike”.
Elmislit got ku: “li ser destê qehremanên me xewnên Esed û Suleymanî di dorpêçkirinê de bûne kabûs”, û amaje kir ku “Artêşa Azad şiyanên xwe dupat dike û hêza vîna xwe destnîşan dike bo rûbirûbûna dijminên gelê Sûriyê û şoreşa wî, ku şerê rêjîma Esed û şebîhe û supaya pasdarên Iranê û çeteyên wan yên tayîfeperest û hevdem digel şerê rêxistina DAIŞ, tevlî kêmiya çebilxane û kêmiya pêşkêşkirina piştgiriya dost û hevalbendan”.
Herwiha Elmislit daxwaz ji “Cîhana Azad û ji tevaya nehez û dijminên terorê di tevaya deverê û Cîhanê de kir bi piştgiriya artêşa azad û pêşkêşkirina çek û çeblxane yên zêdetir, û bi piştgiriya şoreşa Sûriyê di rizgarkirinê ji rêjîma Esed de ya terorîst û ji hemû berhemên wê ji rêxistinên tundrew û terorîst”.
Jêder:Hevbendî