Nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê li Biroksilê di amadekirina Pêşengeheke wêneyên “Qeyser” yên Girtiyên ko di zindanên Esed di bin êşkenceyê de hatine kuştin amade bû. Pêşengeh Rêkxistina (GOAL) bi hevkariya Komela Sûrî ya kesên windayî û Girtiyên siyasî amade kirine.
Pêşengeh îro sibeha sêşembê li bajarê Deblinê li Almanyayê hate vekirin. Tê de wêneyên êşkencekirina Girtiyan ko Rêjîma Esed di derheqê Girtiyan de pêk tîne diyar dikin. Wêne ji Nexweşxaneyên 601 û 607 hatine derêxistin. Ew Nexweşxane leşkerî ne li Herêma Mezê li Şamê peytexta Sûriyê ne. Rêjîmê ew wek zindanan bikar dianîn. Wêne şûna êşkenceyê di laşê Girtiyan de yên ko endamên Rêjîmê di derheqê Girtiyan de ji birçîkirinê heta bi fetisandinê bikar tînin, diyar dikin.
Her wiha di Pêşengehê de simînarek gotûbêjiyê çê bû, Balyozê Emerîka yê kêşeyên Tawankariyên Cengê yê berê, Stîvin Rab û gelek siyasî û diblomasî û Ragihêner û yên guhdanê bi Dadê û vekolînan dikin, tê de beşdar bûn.
Rêkxistina (GOAL) Rêkxistineke Îrlendî, mirovî nefermî ye. Ji mezintirîn dazgehên hawarhatinê di cîhanê de ye. Roleke wê ya mirovî balkêş li Sûriyê diyar e. Karê wê li Sûriyê samanên xwarinê, Betanî, piştgiriya Firneyan, amadekirina xaniyên ko xirab bûne û sazkirina Toreyên avê ye. Fermanberê wê Barî Endiros e, yê ko berê sala 2008an wezîrê dewletê yê karûbarê zarokan bû di desthilata Îrlendî de.
Jêder: Hevbendî