Endamê Hevbendiya Niştimanî Burhan Xelyûn dît ku pêşinyara şanderê netewî li Sûryayê Stîfav Dî Mîstora ku armanca wê cemidandina şer li ser eniyan bi hêzên Esed re wê ” Alîkariyê bi rêjîmê re ji hêla hevalbendên wî Rûs û Iran re bike, wê bihêle ku berhemên şerê birçîkirinê û pîskirinê, kuştina tewş, û koçberkirina rêbazkirî ji xelkê re biçine, û wê hemû jiyanên sivîl li deverên ku di bin destên serbazan de ne bukuje. Çêkirina wek vê rewşê, di dawî de tê bi wateya pejirandina Sûryan bo danîna sînorekî ji bo tiştê ku çêdibin, bê ku tu guhertin, yan vegheztinê di rejîma desthilatdar û desthilatdaran çêbibe misoger bikin, lêtenê himberî rêdana nemirinê di bin bermîlên teqîner de, û hatina alîkariyên navdewletî yên xwarinê, anku di dawiyê de pejirandin û erêkirina rewşa ketwar “.
Xellyûn zêde kir: ” Dî Mîstora bi ramana xwe nêzî hêviyên gelek Sûryan bû bo karîna vekirina qulekê di dîwarê cenga hovane de, û pêşketina gaveke biçûk ber bi hedaniyê de, li ser riya dîtina çareseriyek siyasî bo pirsgirêka Sûrî ya asê. Normal e ev pêşinyar xeyala zarwên me yên li deverên dorpêçkirî yan yên derveyî desthilatiya rejîma Esed, bi qas tiştê ku ji wan re bidawîkirinê diyar dike, bi kêmanî ji şerê birçîkirin, bermîlên teqîner û sotîner, û ji segvanî û teşbîha ji hemû cureyan. Lê mixabin, tu piroje bo çareseriya siyasî di pêşinyarê tune ye”.
Endamê hevbendiyê tekez kir: ” Iraniyên ku operasyonên leşkerî û siyasî bi rê ve dibin, nas dikin ku hemû hêz westiyane, di pêşiyê de rejîm, Esed tenê bi hewceyî cemidandina helwestan, û agirbesê ye, ta ku berdewam be, û têkçûna helwesta xwe ya leşkerî û siyasî rawestîne. Agirbesa bê merc ji bilî misogirkirinax warinê bo deverên dorpêçkirî, tê wateya rêzgarkirina Esed ji hemû zextên leşkerî û navdewletî, û xurtkirina desthilatiya wî ji nû ve li deverên ku di bin destê wî de ne – û ev li sûrî di warê siyasî ya giringtirîn e – û hiştina deverên dî yê di bin destê şoreşgeran de di nav agirê şêl û pêlê û nakokiyên hindirîn de, û parskirina li ser alîkariyên navdewletî.
Wek vê rewşê ne tenê misogerîkê wek ku Iranî dixwazin mana Esed dide, belê civaka navdewletî ya ku dixwaze ji giraniya boblata Sûrî xelas bibe, û tiştek ji pirsgirêka Sûrî – anku pirsgirêka guhertina desthilatiyk zordar û kujer – ji bilî nerîna wê ya mirvane namîne rehet dike. Wê civaka navdewletî alîkariyan ji deverên ne di bin destê Esed de pêşkêş bike, ta ku di jiyanê de berdewam be, lê hino hino wê danûstendinê bi Şamê re mîna paytexta dewleta Sûrî ya mayî bike, wê di heman demê de li deverên şoreşê yên belavbûyî wek tiştin xirde û cudahiya hesab lê binêre”.
Li ser erêkirina rejîma Esed ya destpêkî ji ji pêşiniyarê şanderê netewî Xelyûn got: ” Normal e ku Esed germ be ji vê pilana ku hatiye karê wî yê xerabkirinê temam bike, û berdewamiya wî bi çesipandina dabeşkirina rewşa bajêr di navbera wî û şoreşgeran de misoger bike, û bi hiştina beşê sereke ji dewletê, xêrûbêrê wê, û simbolên wê di dest xwe de, û hemûyên mayî ji şoreşgeran re mîna xelatek jehrkirî dihêle ta ku bi ” Daiş” û hêzên dî yên tundrew re şer bike, û hev dû bixwin”. Û zêde kir : ” Qet ne li hevdûhatine ku Dî Mîtsora helebê hilbijêre û li ser terkîz bike, ji ber bi rawestna şer li Helebê rê didin ji ejîma Esed ya Iranî ku hêzên xwe bo bidawîkirian li ser wargehên şoreşgeran li Xûta Şamî , û devera xwe bi yek car ji şoreşgeran paqij kir. ev baştirîn tac e dibe ku Esed bi siyaseta girêdana peymanan bi şervanên taxan re xewnê pê bibîne, ku di riya wê rehezarên serbaz dûrxistin û bar li ser wî sivik kir, ta ku helwestên xwe li Şamê û nêvî û peravê xurt bike, û wê bike dewleta xwe ya taybet û heqandî. Pirojeya Dî Mîtsora Toqa Rizgarbûnê Ye Ji Rejîma Esed Ya Berketinê û Gefdayî yê ku di kêlîka guncaw de tê, ew jî derba dawî ye ku hevalbendên wê ji sores û encamê wê de ye “.
Jêder: Itilaf – Erebiya zarokan