Hadî Elbehra serokê Hevbendiya Niştimanî, di gotara xwe de ya li Jinêvê da, di dema lidarxistina Civîna Rêxistina Sosiyalista Navnetewî de, pêkanîna çareseriya siyasî di sûriya de mercdar kir bi pêwistiya amadekirina baredoxan û guhertina terazûyan di meydana cengê de, lê mixabin heta niha ev çende pêk nehatiye, ji ber ku opariysonên serbazî yên esmanî yên bi serkêşiya Amerîka di Sûryê de, yek ji wan sedemên pêk nehatinê ne. Herwiha got “ku derbên esmanî bi şêweyê xweyê niha, yên ku Hevpeymaniya Navdewletî encam dide û bi serkêşiya Amerîka dibe, egerê bihêzbûna rêjîma Esed û lawazkirina hêzên miyarew e, û gelekan han dide ku ber bi girûpên radîkal biçin û tevlî wan bibin, nemaze li nav şerxwazên biyanî yên ji derveyî Sûriyê hatine. Tevlî ku derbên esmanî li dijî Daiş têra gihiştina çareseriyê nakin, lewra tête xwestin ku em rêbazeka giştgîr peyrew bikin ku Daiş ji aliyê leşkerî bête şikandin û herwiha sedemên tundrewiyê bêne jinavbirin- ku ewjî rêjîma Esed e- û rêxweş bikin bo gihiştina Hikûmeteka lêbral li ser desthilatê da bibe gerantî bo ne peydabûna tundrewiyê careka din. û pêwîst e dûvçûna wan bête kirin bi şêweyekî hevseng, û her tişteka din wê rewşa sûriyê xirabtir bike û gefa li ser ewlehî û aştiya navdewletî wê gurtir bike”. herwiha Elbehra tekez kir, ku Hevbendiya Niştimanî hewl dide bo înan anîna dewletan bi pêwîstiya “zêdekirina piştgiriya kargerî bo lêbralên sûriyê bi rêka piştgiriya hêzên me yên li ser zemînê û Hikûmeta demkî. zêdebarî hevahengiyê ligel hêzên me yên li ser zemînê şer dikin bikin, ku êrîşên esmanî yên bi serkêşiya Amerîka li dijî hêzên şervan li ser zemînê, ku welatiyên sûrî bêhtir bi berzûnizmê welatê xwe û bi civaka xwe dizanin, û ew di hêla pêşîn dene di rûbirûbûna terorê de, lewra ew pêdivî bi piştgiriyê ne, û pêwîst e qazinc ji ezmûnên wan bêne wergirtin”. Herwiha Elbehra daxwaza kir “veqetandin û lawazkirina rêjîma Esed, ji ber dîktatoriya Esed û hovîtiya wî hîç cih nîne di Civaka Navdewletî de. û careseriya siyasî wê hêsantir bibe heger rêjîm hest bi gefê bike. û îro pêwîst e sizayên bêhtir bêne sepandin li ser kerta taybet û yên parepêderên rûsî.
Li Biroksol û li roja duşema bê de derfet heye li pêş Yekîtiya Ewropî ev rêşûn bêne pesindkirin”. Elbehra dît ku bi hîç şêweyekî nabe “çareseriya qeyrana mirovî” bête piştguhxistin. Û amaje kir ku ” hin dewlet hene bêhesab û bêsinor alîkariyan pêşkêş dikin, lê gelek pêdawistî hêjî nehatine dabîn kirin , ku pirogramê xwarina Cîhanî bizavê dike bo parastina bernamê parên xwarinê bike, yên pêşkêşî penaberên sûrî dike û pêwîst e dewlet li gor sozên xwe bin û nabe giringiya van pirogramên terxankirî bo awereyên sûrî kêm bikin, ku îro ji her demekî din pêwîstiya penaberan bi wan pirograman zêdetir heye. û gihandina alîkariyan bi rêka sînoran, kilîta çareserîkirina kirîza mirovî li Sûriya ye, ku Encûmena Ewlekariya Navdewletî biryarek pesend kir bo gihandina alîkariyan bo 3.5 milyon sûrî yên dikarin bigehin wan, lê ajansên Netewên Yekgirtî ew pêsipartin bikar ne anîn , lewra pêdivî ye dewlet kar bikin ligel rêxistinên nemîrî bo pêşkêşkirina alîkariyan ji derveyî çarçovê Netewên Yekgirtî. Hin hikûmetan hewl dan ku bi vî karî rabin lê ne di astê têxwestin de û bê hevahengiya me. Hêjayî gotinê ye ku çareserkirina kêşeyeka metirsîdar mîna qeyrana sûriyê pêwîstî bi vîneka rasteqîne heye, û pêdivî ye dewlet rêşûnên giştgîr û kargêrî bistînin bo piştgiriya gelê me û rawestandina hevrikiyê, bi hêvî me ku ev armanca wê bête pêkanîn, di dema ku vîn û dahatiyên pêwîst bo wê peyda bibin”.
Jêder: Hevbendî