Salim Elmislit berdevkê Hevbendiya Niştimanî dît ku daxuyaniyên vê dawiyê yên Serokê rêjîma Iranê “astengiyek eşkere ne ji Civaka Navdewletî re derbarê dîtina çareseriyeka Siyasî di Sûriya de”, û di heman demê de dît ku ew daxuyanî derbirîna”korayetiyek Siyasî û heqaretê dikin derbarê daxwazên gelê Sûriyê û êş û azarên wî li jêr serkutkirin û kuştarên rêjîma Esed”.
Elmislit got: “ev helwêst tên di çarçoveya piştgiriya stratîjî ya rêjîma Iranê bi awayekî eşkere û hetikî ji rêjîma Esed re”, ku Rûhanî piştgiriya Welatê xwe ya berdewam bi çek û mal û can bo rêjîma Esed ragihand, da Esed bihêle li ser desthilatê û ji bo pêkanîna pirojeyê xwe di deverê de.
Elmislit zêdetir got ku “êdî yekbûn û wekheviya di navbera rêjîma Iran û Esed de nema hewceyî nimûne û mînakan e, û piştgiriya rêjîma Iranê bo Esed sînorê derew û hîlebaziya Siyasî derbas kiriye û gehiştiye tawankariya yekser bi şandina çeteyên tawankar bo alîkariya rêjîma Esed di kuştina xelkê Sûriyê de bikin, û pişkdarî di berhemhênan û çêkirin û piştevaniya terorê de û paşî sûdewergirtina ji terorê bi şêweyekî siyasî”.
Elmislit tekez kir, ku “daxuyaniyên Rûhanî carek din tekez dikin ku Iranê hîç nêrînek nîne bo çareseriyeka siyasî di Sûriya de û lênêrîna wê bi berdewamî li ser derewan ava dibe û berûvajîkirin e ji ketwarê rasteqîne re, yê bi ron û eşkerehî diyar e, ku Miletê Sûriyê ji bo Azadiyê raperî, lê rêjîmê ew raperîn bi kuştin û wêrankirinê pêşwazî kir”.
Jêder: Hevbendî