Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê û serokê pêştir yê Encûmena Niştimanî Sûrî Ebulbasit Seyda got ku piştî rizgarkirina lîwayê 52 û pêşketinên leşkerî yên şoreşgeran li başûrê Sûriyê “tekez dike ku riya ber bi Şamê niha bûye armanc”.
Herwiha Seyda tekezî li ser wê yekê kir ku “pêwîst e asta bizavên siyasî bilindtir bibe û bigihê bilindiya asta bûyeran û destkeftinên li ser qadê, û kar ji bo yekirina biryardanê bibe da em amade bin ji guhertinên demên tên re “.
Ku tabûrên şervanan lîwayê 52 li rojhilatê Elherak li parêzgeha Der’a û gundên doruberên lîwa heryek ji Elmilîhe û Elxerbiye û Eldara û Rex û Sikaka bi tevayî kontrol kirin piştî ragihandina oparisyona Elqesas duhî ji aliyê tabûrên Eniyên başûr.
Ji aliyê xwe ve berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî destxweşî li qehramaniyên şoreşgeran kir, li Horan û tevaya eniyên şer, û tekez kir ku tişta li ser qadê dibe pêvajoyek sirûştî ye ji bûyaran re, nemaze dema gotin û bizavên şoreşgeran dibin yek, û helbet; ku rêjîmek tawankar mîna rêjîma Esed wê têkbiçe û wê her tiştî jidest bide li ser tawanên wê di derheqê xelê Sûriyê de, hevdem ku wê dengvedana van serkeftinan li tevaya welêt belav bibe heta bibe serkeftinek mezin ya nêzîk.
Elmisli dîsa tekez kir ku cengên rizgarkirinê berdewam in heta tevaya welat bi xwe ve bigire, hevdem ku Hevbendiya Niştimanî soz dide bo berdewamkirina hewl û bizavên xwe ji bona gihiştina çareseriyek siyasî ku têde daxwazên gelê sûriyê misoger bibin, û dawiyê li rijandina xwînê bîne, da xelkên Sûriyê çekan bicih bihêlin û vegerin bo avakirina paşeroja welatê xwe.
Hêjayî gotinê ye ku lîwayê 52 mîkanîk duwem mezintirîn lîwayê leşkereî ye di Sûriya de ji aliyê rûberê xwe ve ku digihe 1200 hektaran û ji hejmarek ji tabûran pêktê: tabûra bergiriya esmanî û tabûra topxaneyan û tabûra tankên T72, û herwiha ji çendîn siriya pêktê ku girngtirîn yek ji wan siriya zêrevanî û endezariyê ye û parêzgeha Der’a ji parêzgeha Siwêda cuda dike û rizgarkirina wê rê li pêşiya şoreşgêran vedike bo pêşkevin ber bi firokxaneya Else’la ya leşkerî , herwiha rê li pêşiya gihandinên rêjîmê digire ber bi Izre’h û Xirbet Xezala ji Siwêda piştî kontrolkirina bajarokên Eldara û Rexm û Sikaka yên derdora lîwayê 52an.
Jêder: Hevbendî