Cêgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Mistefa Oso, desteserkirina Felemez Osman endamê komîteya herêmî ya PDK-S ji gundê Dêr Sewan li navçeya Efrînê li ser destê asayîşê ser bi PYD ve şermezar kir, ku li şeva sêşema bûrî û li demjimêr 10ê êvarî asayîşê PYDê ew ji nav mala wî girtin û ber bi cihek nediyar birin.
Herwiha Oso bêzariya xwe anî ziman li hember vê kiryarê û dazanîn ku ev binpêkirine ji mafên mirovan re nemaze li ser mafên mirov bo derbirîna nêrînên xwe û piyadekirina karê siyasî û hevdem bilez û bêmerc daxwaza azadkirina wî kir.
Ji aliyê xwe ve PDK-Sê jî daxwaz ji dezgehên mafên mirovan kir bo destêwerdana bilez ji bona zanîna çarenivîşên girtiyên di girtîgehên PYDê de li Efrînê.
Hêjayî gotinê ye ku ev sêyemîn cara Osman ji aliyê PYDê ve tête desteserkirin, têzanîn ku girtina endamên PDK-S ji aliyê PYDê ve berdewame û diveger ji ber helwestên wan yên siyasî yên dijberî siyaseta PYDê ya avakirî li ser bingehê serkutkirin û dûrxistin û pawêzkirina aliyên din.
Jêder:Hevbendî