Di hevdîtinek taybet de bi malpera “Elsûriye” re Mihemed Qedah dît ku operasyonên Azmanî bê hevrêziya bi yekîneyên şoreşgerî re ên ku şerê “Daiş” dikin istratîjîk têkçûyî ye, eger bi çekirinek rastîn ji Artêşa Sûrî ya Azad re nebe armancên xwe yên hêvîkirî pêk nayne .
Qedah tekez kir ku divê şerê “Daiş” û tirorê bi hev re bibe, û got:” Tiror ne tenê rêxistina “Daiş”e, tirora siyasî ya rejîma Esed e, em ê di şerê tirorê de berdewam bin ger ji çi rengî be, bê ku em pêşindeyan tevlihev bikin, em in yên ku şerê tirorê ji destpêka derketina wê de dikin, dûv re welatên cîhanê di vî şerî de gihan me”.
Qedah rexne li kuştina Sûriyan ji ber armanckirina bişaşî ji hêla hêzên Hevalbendiyê li ser wargehên rêxistina ” Daiş” kir, û got: “Me gelek caran ew bi armanckirina sivîlan yan ketina wan bin kêmtirîn pileyên metirsînê de haydar kirine, em di derbarê vê yekê de dibêjin nabe tu şerekî bi hinceta parastina mirovan bikî, û encamên vî şerî kuştina mirovê ku tu hatiyî parastina wî bikî be”.
Qedah di hevdîtina xwe de bi malpera “Elsûriye” re berdewam kir: ” Baştir bû ji Civaka Navdewletî re ku ev hevalbendî ji heyva Pûşbera 2011an ve bo bidawîkirina tirora dewletê ku rejîma Esed bikar tîne çêbikiriba, bi taybetî ku wî hemû hêsankirin bo rêxistinin şêt ku sînoran derbas bikin û derbasî Sûrî bibin û bi şoreşa wê bilîzin amade kirine. Yekgotina navdewletî bo çareserkirinek giştî ji kirîzê re heye, em bi awayekî têkildar dibêjin divê Hevalbendiya Navdewletî dijî tirorê, tevgera leşkerî dijî rejîma Esed jî di pileya sereke de hesab bike”.
Qedah tekez kir ku divê deverek bo qedexekirina azmanî were misogerkirin bo alîkariya Artêşa Azad di dagirtina valahiya wê di deverên dûrî desthilata Esed de çêbibe. Di dawiya hevdîtinê de Qedah ji Hevabendiya Navdewletî xwest ku” Li milîşiyên Regezperist ên piştgirên Esed bidin” û got ” Eger Iran berdewamî di bikaranîna karînên xwe yên darayî û milîşiyên xwe yên Regezperist di kuştina Sûrî û Yemeniyan de û derxistina pirojeyên xwe yên wêrankirinê de bike em ê nikarin tu aramî û aştiyê pêşbîn bikin”.
Jêder: Hevbendî