Endama şanda gelê Sûriyê di danustandinên Jinêv de, Besma Qedmanî, ji Yekîtiya Ewropa daxwaza sepandina sizayan li ser wan kompaniyên Rûsiya kir, yên dest heyî di radestkirina barên çek û teqemeniyan bo rêjîma Esed ya bombebarana navçeyên rizgarkirî bi tewşî û bêcudahî dike.
Qedmanî duhî piştî hevdîtina xwe digel Fîdrîka Morgîrînî, berpirsa siyasetên derve di Yekîtiya Ewropa de û hin berpirsên mîrî li Biroksil, got ku paşketina Yekîtiya Ewropa ji sepandina sizayan li ser Rûsiya, wê ji aliyê heryek ji Kirêmlên û Bişar Esed wek derfetdanekê bo zivirandina rêjîma Esed “careke din li nav civaka navdewletî” bête xwendin.
Qedmanî sizayên Ewropa li ser Rûsiya ji bo kirêza Okraniya wek nimûne anî, dema Yekîtiya Ewropa siza sepandin û pêk anîn û paşî carek din nû kirin, di heman demê de matmayiya xwe ji Yekîtiya Ewropa re xuya kir li ser ku ew giringiya Okraniya ji Sûriyê bêhtir dibînin.
Lê Qedmanî ew kompaniyên Rûsiya destnîşan nekirin, û got ku “berjewendiyên Ewropa li Sûriyê tên taqîkirin, û Mogîrînî pêşwazî li vê yekê kir”.
Qedmanî xuya kir ku rêjîma Esed encamdana gotubêjên teknîkî li Jinêv red kirin, û Desteya bilind ya danustandinan nêzî pêşkêşkirina belgenameyek nû bû bo NY, ku têde wiredekarî û lênêrînek li ser veguhestina siyasî hebû, û tekez kir ku di wê belgenameyê de sistekarî derbarê çarenivîsa Esed tunebû.
Herwiha tevlîbûna PYD’ê di nav desteya bilind ya danustandinan de dûr dît, û got “mixabin em dibînin ku PYD’ê dijberiya artêşa azad dike û di gelek eniyan de rê dide bo pêşketina rêjîmê û rêkeftinan di hin eniyan de digel rêjîmê girêdide, ev yek gelek diltengî û nêgeraniyê li cem me çê dike”.
Herwiha bal kişand li ser ku ew tirsa ji encamên rapirsîna giştî ya li Birêtaniya çêbû derbarê derketina wê ji Yekîtiya Ewropî, bû fakterê ku îro firaksyona 28 dewletan bêhtir sûre li ser giringiya hebûna rola wê di Sûriyê de.
Jêder: Hevbendî +Wekalat