Rijêma Esed û milîsên Îranê di zêdekirina êrîşên xwe de li ser bajar û bajarokên Xûta Şamê ya rojhilat, ji zêdetir ji sê heyvan ve bi piştgiriya firokên Rûsiya berdewam in, û bûne sedema kuştin û birîndarbûna zêdetir ji sê hezar sivîlî û wêrankirina rûberekî berfireh ji tax û avahiyên nişteciyan, û çalakvanan kuştina 1123 sivîlî li bajar û bajarokên Xûta rojhilat dîkomînt kirine, her ji 14’ê çiriya paşiyê ve, bi sedema zêdetir ji 1414 êrîşên firokên şer yên hêzên rijêma Esed bi awayekî bi mebest li ser taxên nişteciyan.
Amarek nû ji aliyê çalakvanên Xûta hatiye belavkirin û têde hatiye ku bajar û bajarokên Xûta rojhilat ji aliyê hêzên Esed û milîsên palpiştên wê bi zêdetir ji 10825 top û hawinan û 1935 mûşekên giran yên (zemîn-zemîn) û bi 47 mûşekên mişt bombeyên qedexekirî, û 39 lûlên teqîner ji wan 15 bi gaza kilorê û 13 mûşekên napalim hatin armanckirin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê hişyarî dabû li ser têkçûna çareseriya siyasî hevdem ligel berdewamiya êrîşên leşkerî . û di daxuyaniyekê de daxwaza destêwerdanê ji bo rawestandina vê hilmeta terorîstî ji civaka navdewletî kiribû.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de gotibû ku bêdengiya navdewletî û dewletên çavdêrên çareseriya siyasî li hember van êrîş û komkujiyan, ronahiyeke kesk e ji bo berdewamiya van komkujiyan, û xelkê Sûriyê vê yekê bi hevpariya di êrîşan de dibîne.
Çalakvanên bajarê Dûma gotin ku duhî 5 sivîl bi êrîşên firokên şer yên hêzên Rijêmê hatin kuştin, du sivîl li Hemoriyê bi sedema topbarankirina taxên nişteciyan bi mûşek û topxaneyan, û cotyarek li bajarokê “Keferbetna” yekser bi guleyên sekvanên rijêma Esed hat kuştin.
Û desteya hawarhatina mirovî ya navdewletî IHR got ku pêwîstiya 10400 xêzanî li Xûta rojhilat bi alîkariyên mirovî yên bilez heye, û tekez kir ku nêzîkî 12.6% ji xelkê Xûtayê di binya hêla hejariyê de dijîn li ser hemû astan.
Rêxistinê di daxuyaniyekê de gotibû ku zêdetir ji 4100 xêzanî di xaniyên ku mercên saxlemiyê di wan de peyda nabin de dijîn, û ev yek bûye sedema peydabûn û belavbûna gelek nexweşiyan û nemaze di nav zarokan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî