Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, bangewaziya berpirsa taybet a Netewên Yekbûyî Alina Dohan ji bo rakirina sizayan ji ser rijêma Esed ya tawankar, bi bihaneya bandora sizayan li ser mafên microvan, şermezar kir, û dît ku ev yek alîgiriyeke eşkere ye ji rijêma Esed û hevalbendên wê û axaftinên wan ên hîlebazî di vê çarçoveyê de re.
Û Rehmê got ku bangên Dohan nezanîna wê ji ketwarê Sûriyê û piştgiriya wê ji tawanên rijêma Esed ên dermafê gelê Sûriyê pêk tîne re diyar dike, ji bilî ku rêbaza wê ne bêalî ye û kêmasî di nerîna wê de heye, çimkê nikare bihezaran tawanên ku rijêma Esed û hevalbendên wê di yanzdeh salan de pêk anîne bibîne.
Û got: “Em li bendê bûn ku komîteyên Netewên Yekbûyî serdana kampa Meram ya li gundewarê Idlibê, yaku berî bi çend rojan hatiye bombebarankirin, , û di encamê de bi dehan birîndar û şehîd ketin bike, ne ku Dohan ji kujerê wan re bişînin, ku ew e yaku ji du salan de hewl dide ku rijêma Esed ya qirkirinê di riya daxwiyaniyên xwe yên nebêlî re ji sizayan rizgar bike.
Û berdewam kir û got: “Stratejiya ku Netewên Yekbûyî pê bi dosya Sûriyê re dide û distîne nebêalî ye û ne jî pak e, û ew yek ji sedemên dirêjkirina derdeseriya gelê Sûriyê ye.”
Û Rehmê bal kişand ser pêwîstiya berdewamiya sizayan li ser rijêma Esed ji ber ku ew yek ji rêyên fişarê ye, daku wê neçar bikin ku pabendiyê bi proseya siyasî bike, û tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna hemû şêweyên fişarê kir, ji bo misogerkirina cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî dosya Sûriyê û bi taybet biryara 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî