Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, hişyarî da hikûmeta Libnanê ji çi dersînorkirin an vegerandina penaberên Sûrî bi darê zorê berve deverên di bin kontirola rijêma tawankar de, ji ber ku jiyana bidehhezaran ji wan dixe bin metirsiya girtin û windakirin û kuştinê de, dema ku wan vedigerîne tariya hêzên ewlekariya rijêmê yên serkutkar û milîsên terorîst, û tekez kir ku ev yek binpêkirine ji yasayên navdewletî re, yên ku daxwaza parastina penaberan û dabînkirina jîngeheke ewle ji wan re dikin, û wan neçarî venegê nakin.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê, şermezarî diyar kir ji bêdengiya Netewên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan, tevî hişyariyên dubare yên ku metirsiya plana hikûmeta Libnanê ya derbarê dersînorkirinê li ser jiyana penaberên Sûriyê eşkere dikin,.
Û Rehmê got ku Wêneyên Qeyser û dîmenên taxa Eltedamun û ji bilî wan jî bihezarên belgeyan hene, şêweyê danûstandina rijêma Esed bi sûriyan re eşkere dikin, û kesên hatine dersînorkirin di bin gefa heman çarenivîsê de ne, ji ber ku rijêma Esed penaberiyê weku sûcekî dibîne û kesê penaber divê bê girtin, û ev yek bi bihezaran ji sûriyên ku berê vegeriyane re çêbûye.
Û diyar kir ku gotina ku deverên di bin kontrola rijêma Esed de deverin ewle ne, derew û xapandin e, û behane ye ji hin dewletên ku nikaribûn jîngeheke aram bo penaberan dabîn bikin, û berpisyariyên xwe derbarê wan hilnegirtin.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî daxwaza rawestandina operasyonên dersînorkirinê û dabînkirina jîngeheke ewle ji penaberên Sûrî re bi sponseriya navdewletî kir, daku cihên bicîbûnê yên guncaw ji sûriyan re li Libnanê dûrî fişarên hikûmetê dabîn bikin, an jî pêşwaziya wan li dewletin hêmin bibe, ta veguhertina siyasî ya berfireh li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî yên têkildar bicî were.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî