Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, xweşhaliya xwe bi helwestên navdewletî yên piştî derketina raporta Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî, ya ku berpirsiyariya rijêma Esed di ber bikaranîna çekên kîmawî de li dijî sivîlan li bajarê Dûmayê li gundewarê Şamê di sala 2018 de piştrast dike, anî ziman.
Û Rehmê tekez kir ku tawanbarkirina Esed û berpirsiyardîtina wê bêyê standina rêşûnên rasteqîn û berçav, êdî bêsûde ye, û got ku biryara 2118 ya Netewên Yekbûyî ya ku di sala 2013an de derketiye, tekezî li ser pêwîstiya qedexekirina çekên kîmawî û nehiştina bikaranîna wan kiriye, û tedbîrên ewlehî yên tund li gorî benda heftan ji madeya 21ê dijî her kesê ku çekên kîmyayî bikar bîne danîne.
Û Rehmê cexrt kir ku ev cara sêyemîn e rapor berpirsyariya rijêma Esed di ber bikaranîna çekên kîmawî de li dijî gelê Sûriyê tekez dike, û ew Netewên Yekgirtî datîne pêşiya berpirsiyariya rizgarkirina gelê Sûriyê û ruhakirina wî ji vê rijêma kujer, û pêkanîna dadweriya ku bendewariya wê dirêj kir.
Tê zanîn ku Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almaniya di daxwiyaniyeke hevbeş de, bi tundî bikaranîna dubare ya çekên kîmawî ji aliyê rijêma Esed ve şermezar kirine, û tekez kirine ku rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî îdiaya Rusya dema dibêje ku ew êrîş ji aliyê hêzên rikber ve pêk hatiye, red dike.
Û daxwiyaniya herçar dewletan ji Rusya xwest ku dev ji veşartina tawanên rijêma Esed berde û alîkariya wê di reva ji sizayan de neke, û got ku sextekirina Kiremlên ji zanyariyan re, çendî mezin be jî, dê nikaribe di veşartina beşdariya Rusya di piştgiriya rijêma Esed ji bo pêkanîna tawanan de bi ser bikeve.
Û ji hêla xwe ve, Berdevka Fermî ya Encûmena Ewlekariya Netewî di Koşka Sipî de, piştrast kir ku lêkolîna Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî “Ev yek eşkere kiriye ku: kesên çekên kîmawî bi kar anîne dê ji sizadanê rizgar nebin”, û careke dî tekezî li ser pabendbûna welatê xwe bi sizadana rijêma Esed li ser binpêkirinên wê yên ku ev êrîşa hovane dijî sivîlan yek ji wan e kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî