Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Hîşam Merwa, raportek derbarê yasaya nû ya tomarkirina belgên sivîlan ya ku ji aliyê rijêma Esed ve hatiye derxistin û bandora wê li ser paşeroja Sûriyan pêşkêşî Desteya Siyasî kir, û têde li ser niyeta xerab a rijêmê ku belgeyên sivîlan bike bin kontrola yek-rêvebiriyê de bi armanca rewakirina guhertina demografîk û bêparkirina penaberên Sûrî ji mafên wan û desteserkirina milkên wan axivî.
Û Merwa bal kişand ser ku rijêm hewl dide ku Sûriyên li derveyî welêt an yên ku li derveyî deverên di bin kontrola wê de dijîn, û yên ku ji leşkeriyê reviyane, ji nûkirina nasnameyên kesane bêpar bike.
Û tekez kir ku yasa cihê metirsiyên siyasî ye, yên girêdayî bêparkirina her Sûriyekî ku nasnameya xwe nû nekiriye, dê ji beşdarbûna di hilbijartinên pêşerojê de bêpar bibe, û bal kişand ser ku ev pirsgirêk dê her sal bêhtir ji sala berê xirabtir bibe, eger em bidin ber çav ku Amarên Komîseriya Bilind a Penaberan a Netewên Yekbûyî diyar dike, ku nêzîkî 70% ji zarokên Sûriyê yên ku di van salên dawî de ji dayik bûne, ji mafê regeznameyê bêpar in, ji ber ku belgeyên fermî yên jidayikbûnê li bal wan tune ne.
Û Merwa di rapora xwe de anî ziman ku yek ji metirsiyên vê yasayê hewildana veşartina sedemên rasteqîn ên mirina girtiyan û kesên bi darê zorê di girtîgehên rijêmê de ne, û ku tomarkirina mirina wan di bin kontirola rijêmê de be, ji ber ku teksta yasayê rê dide rêveberên girtîgehan ku bûyera mirinê tomar bikin, bêyî ku pêwîstî bi pêşkêşkirina raporta pizîşkî ya ku sedema mirinê diyar bike, hebe.
Û Merwa tekez kir ku metirsiya tomargeha belgeyên sivîlan ya yek-hejmarî ne tenê bi nasnameya kesan û dîroka malbata wan ve girêdayî ye, ji ber tevliheviya tomarkirinê û windabûna navên bav û kalan, lêbelê li ser zehmetiya diyarkirina endamên milîsên mezhebî yên bi ser rijêmê ve û ew ji hêla rijêmê ve hatine regeznamekirin yên ku rijêmê soz daye wan ku dê malûmilkên koçber û rikberên rijêmê li ser wan belav bike, ji ber ku ti xane an cih tune ye ku derewên regeznameyên wan û malûmilkên wan eşkere bike.
Û Merwa hejmarek ji pêşniyaran pêşkêş kirin, ya yekemîn kartêkerkirin û pêşxistina navendên tomargeha sivîl li deverên rizgarkirî bi rêya Wezareta Navxwe nemaze navendên tomarkirinê yên di destê rijêmê de, bi rêya avakirina tomargehên nû ji wan re, û derfetê bidin sûriyên penaber ku agahiyên xwe têde tomar bikin.
û daxwaza kar li ser derxistina belgeyên nasnameyê û kartên malbatî û wan bi tomargeha sivîl ve girêdin li şûna belgeyên danasînê yên ku ji aliylê encumena xwecihî ve derketine, kir, û amaje bi wê yekê kir ku pêwîst e kar li ser bidestxistina danpêdaneke navdewletî ya tomarkirina belgeyên sivîlan yên di saziyên hêzên şoreş û rikberiyê de bibe, ya ku bi karê tomarkirina belgeyên sivîlan radibe, û belgeyên sivîl wek nasnameyên kesayetî derînin, ji bo rê bidin Sûriyên ku ji aliyê rijêmê ve tên xwestin ku belgeyên xwe nû bikin, û nasnameyê kesayetî ji wan re bên derxistin.
Û tekezî li ser pêwîstiya karê li ser dîtina fişaran ji aliyê civaka navdewletî ve li ser rijêma Esed kir, bi armanca ku Sûrî karibin belgeyên xwe bidest bixin, û belgeyên sivîlan bi hêsanî tomar bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî