Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, raporek bi boneya heftemîn salvegera dijminkariya Rusya li ser Sûriyê derxit, û têde berçavtirîn binpêkirinên hêzên Rusya ji destpêka destwerdana wê ya leşkerî di Sûriyê di 30ê Îlona 2015an de diyar kirin, û eşkere kir ku 6943 sivîlên ku 2044 zarok û 977 jin di nav wan de hene di êrîşên wê de hatine kuştin, û hêzên Rusya herî kêm 360 komkujî pêk anîn.
Û di raporê de hat ku hêzên Rusya 70 karmendên pizîşkî kuştine, 12 jin di nav wan de bûn, ji bilî kuştina 44 karmendên berevaniya sivîl, û raporê kuştina 24 karmendên medyayê jî belge kirine, hemû li parêzgehên Heleb û Idlibê hatibûn kuştin.
Û raporta saziyê anî ziman ku ji destpêka destwerdana Rusya ya leşkerî di Sûriyê de heta duh 30ê Îlona 2022yan, hêzên Rusya herî kêm 1243 êrîş birine ser navendên girîng ên sivîl, 223 dibistan, 207 navendên pizîşkî û 60 bazar di nav wan de hebûn.
Û Raporê herî kêm 237 êrîşên bi bombeyên goşeyî tomar kirin, ji bilî ku ne kêmtir ji 125 êrîşên bi çekên sotandinê ji destpêka destwerdana hêzên Rusya ya leşkerî di Sûriyê di 30ê Îlona 2015an de.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku mîkanîzmeke navdewletî bibîne, daku hêzên Rusya ji Sûriyê derîne, û wê û hevalbenda wê rijêma Esed ji civatên navdewletî dûr bixîne, û ti platformekê ji wan re di Netewên Yekbûyî û saziyên navdewletî de terxan neke.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaza sizakirina rijêma Esed li ser tawanên cengê yên ku bi alîkariya Rusya pêk anîne kir, û bi awayekî cidî û kartêker piştgiriya veguhestina siyasî li gorî biryara 2254 bike, û jîngeheke aram bo vegera penaberên Sûrî li gorî daxwaza wan peyda bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî