Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Raporeke mafên mirovan berdewambûna girtina kotekî li Sûriyê belge dike

November 5, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
Raporeke mafên mirovan berdewambûna girtina kotekî li Sûriyê belge dike

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporta xwe ya rolane ya ku duh duşemê belav kiriye de, got ku wê herî kêm binçavkirina 213 kesan bi awayekî kotekî, 8 zarok û jinek di nav wan de hene, di heyva cotmeha bûrî de belgeh kirine, û amaje bi wê yekê jî kir ku rêjîma Esed 17 kesên ji yên ji bi darê zorê ji Libnanê hatine vegerandin girtine.

Raporê diyar kir ku berdewamiya girtina kotekî bûye sedema zêdebûneke berçav a windakirina mirovan bi darê zorê, ku Sûriyê bûye yek ji xirabtirîn welatên cîhanê yên ku welatiyên xwe bêserûşûn dikin.

Di raporê de encamên girtina kotekî û berdana ji navendên binçavkirinê hatine diyarkirin, û eşkere kirıye ku di dozên belgekirî de revandina ku bi destê aliyên nenaskirî pêk hatine û kesên ku ji ber sûcên cinayî ên wekî madeyên hişber û kuştinê hatine binçavkirin, di raporê de nehatine nivîsîn, tenê kesên ji ber sedemên siyasî hatine girtin belge kirine.

Li gor rapora toreyê, 194 kesên bi darê zorê hatine windakirina ji nav 213 haletên binçavkirina kotekî yên hatine tomarkirin, ku 131 ji wan li ser destê hêzên rêjîmê ne, 3 zarok û jinek di nav wan de hene.

Herwiha raportê 43 halet li ser destê milîsên PYDê yên terorîst, 4 zarok di nav wan de hene, herweha 21 kes li ser destê Heyet Tehrîr el-Şam, zarokek di nav wan de heye, belge kirine.

Analîzên erdnîgarî yên agahiyan nîşan didin ku parêzgeha Helebê herî bêhtir girtina kotekî lê heye, li dû wê parêzgeha Şamê, herû parêzgeha gundewarê Şamê û ya Humsê, dûv re parêzgeha Idlibê, piştre Dêrezorê û piştre Hema.

Raporê amaje kir ku wê girtina penaberên ku ji Libnanê direvin şopandiye û bal kişand ser ku ev girtin li deriyên sînorî yên fermî û nefermî yên di navbera Sûriye û Libnanê de pêk hatine, û piraniya wan birine navendên ewlekarî û leşkerî yên li parêzgehên Hums, Şam û Helebê.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan girtina herî kêm 17 penaberan bibelge kiriye, piraniya wan ji parêzgeha Idlibê ne, sedema sereke ya girtinê leşkeriya neçar û ya yedek û derbasbûna welat bi awayekî nefermî bû.

Hevbendiya niştimanî ya Sûriyê tekez kir ku hîn jî Sûriye ji bo vegerandina penaberan ne ewle ye, ji ber berdewamiya heman sedemên ku bûne sedema koçberbûnê, ango kuştin, girtin û îşkencekirin, û raportên mehane û salane yên mafên mirovan vê yekê piştrast dikin.

Wî bal kişand ser ku binavkirina Sûriyê weke welatekî ewle dabeşkirineke siyasî ye û ne li ser bingeha rastiyên li ser erdê ye, û pişta xwe bi raporên pêbawer ên mafên mirovan rast kir, ku bi berdewamî binpêkirinên rêjîma Esed li dijî kesên ku ji Libnanê direvin belge dikin, herweha bi biryara Encûmena Mafên Mirovan ya di 31ê tîrmeha sala borî de û biryara Komîteya Lêkolînê ya Navdewletî ya di 9ê cotmehê de.

Wî ji civaka navdewletî xwest ku bi xurtî kar bike ji bo aktîvkirina pirosesa siyasî û berdewamkirina cîbicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê pirsa Sûriyê, bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254, û dît ku ew  tekane rê ye ji bo çareserkirina pirsgirêka penaberan ji kokê de .

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: girtina kotekîSûriye ne ewle ye
Share3TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Sûriyên Serkeftî – Ehmed El’uqde

Sûriyên Serkeftî - Ehmed El'uqde

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.