Girûpa Kar ji bo Filistîniyên Sûriyê, bi boneya roja cîhanî ya bijîşkan ya ku di 30ê adarê ji her salê de ye, eşkere kir ku dezgehên ewlekarî yên rijêma Esed ji destpêka şoreşa Sûrî ve ta roja îro, bi dehan pijîşk û kadroyên pijîşkî yên filistînî kuştine an bi darê zorê binçav kirine.
Û Girûpa mafnasî got ku dezgehên ewlekarî yên rijêmê di girtina komek ji karmendên pijîşkî yên filistînî û veşartina çarenivîsa wan de berdewam in, û hejmarek ji wan di zindanên wê de di bin îşkenceyê de mirin, bi behaneya sûcê pêşkêşkirina xizmeta pijîşkî û mirovî ji nişteciyên Kampê re û çûna bi hewara birîndaran ve li herêmên cîran.
Û Giropa Kar nav û zanyarî li ser hejmarek ji bijîşkên girtî yên hîn çarenûsa wan ne diyar e pêşkêş kirin, wek : D. Hayl Qasim Hemîd, D. Elai Eldîn Yusif, birînpêç Basil Hesen Omer, D. Îmad Eldîn Seîd, D. Mihemed Hemam Temîm û D. Malik Mihemed Yusif.
Û Rapora Girûpê diyar kir ku hejmara pijîşk û kadroyên pijîşkî yên ku di bin eşkenceyê de di girtîgehên rijêmê de mirine gihiştiye zêdetir ji 11an, ji wan: D. Usame Omer Elxalid, D. Basil Mustefa Suweyd, D. Mehmûd Hemarne, her weha yên ku bijîjkê filistînî “Omer Mihêbiş” yê ku ji zindanên rijêmê derketibû, di pirtûkekê de ku li Emana paytexta Urdinê nivîsandibû û têde mirina 8 pijîşkên filistînî di bin eşkenceyê de di hundirê navenda leşkerî ya Mezê de ya bi ser Girtîgeha Îstîxbarata Hêza Asîmanî ve belge kiribû.
û “Grûpa Kar ji bo Filistîniyên Sûriyê” daxwaza kar li ser prensîba dabînkirina parastinê ji tîmên bijîşkî re û rêzgirtina li sivîlan û parastina wan û danûstandina bi awayekî mirovane bi wan re li gorî yasayên navdewletî, kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî