Navenda Wisol ya Mafên Mirovan dît ku siyasetên ku ji aliyê hikûmeta Libnanê ve ji bo bertengkirina jiyana penaberên Sûrî tê meşandin û paşguhkirina gotinên nefretê yên li dijî wan û plana vegerandina penaberan bo welatên xwe, hemû di çarçoveya vegera bi kotekî ya bi awayekî yasayî qedexekirî ye de tên.
Û Navendê di raporteke taybet de li ser “vegera xwebexş a bi zorê ya penaberên Sûrî ji Libnanê”de got ku hikûmeta Libnanî di çarçoveya vegerandina kotekî de ya penaberan li gor peymana navdewletî ya taybet bi mafên aborî, civakî û çandî erkên xwe binpê dike.
Û raporê got ku hikûmeta Libnanê di rêya vegera kotekî re Peymana Navdewletî ya taybet bi Mafên sivîlî û Siyasî binpê dike, nemaze xala yekê ya bend yekemîn ji peymanê, yaku girêdayî mafê gelan e di çarenûsa xwe de, her weha erkên wê li gor Peymana Cinêvê ya çaremîn.
Û Rapora Navendê daxwaz ji hikûmeta Libnanî kir ku erkên xwe yên navdewletî derbarê bendên “Peymana li dijî Îşkenceyê” bi cih bîne, di riya nevegerandina penaberan bi dare zorê bo Sûriyê , ji ber ku heyanî niha ew welatekî ne ewle ye.
Û Raporê amaje bi wê yekê kir ku pêwîst e hikûmeta Libnanê ji plana ku hatiye ragihandin ji bo vegerandina 15,000 penaberên Sûrî di heyvekê de paşde vegere, ji ber ku ew binpêkirina qedexeya vegera bi kotekî ye, her weha rawestandina her cure rêşûnên dersînorkirina kotekî di bin navê “vegera ji def xwe de”.
Ê Rapora Navenda Mafnasî bang li civaka navdewletî kir ku ji bo xurtkirina ewlehiyê li Sûriyê di heman demê de rûbirûbûna hewlên sepandina vegerê li ser penaberan bi awayekî ne yasayî dibin kar bike.
Û berî bi demekê Hevrêzkarê Desteya Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî Lîwa Selîm Idrîs, ji Komîserê Bilind ê Penaberan ê Netewên Yekbûyî Fîlîpo Grandî xwest ku bi desthilatên Libnanî re kar ji bo rawestandina helmetên li dijî hebûna penaberan bikin, û biryarên nijadperestî yên derbarê penaberan yên ku jiyana wan kiriye dojeh rawestîne, her weha nehiştina ku kesî bi darê zorê venegerînin qesabxaneyên rijêma Esed û giropa pêre.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî