Tîma Şopandin û Belgekirinê ya Girûpa Kar bo Filistîniyên Sûrî, bi boneya “Roja Cîhanî ya Mafdariya Naskirina Rastiyê” raporek belav kir, tê de ragihand ku bi hezaran girtiyên filistînî di zindanên rijêma Esed de hene, çarenivîsa wan nenaskirî ye.
Û Tîma Şopandinê got ku wê 3076 girtiyên Felestînî yên di şaxên ewlekariya rijêmê de belge kirine, ji girtiyên ku girûpê karîbû wan bibelge bike, di nav wan de (110) jinên filistînî yên ku hêzên ewlekariyê yên Sûrî ta niha çarenivîsa wan vedişêre.
Û Girûpê dîdevaniyên hin girtiyan diyar kirin, ku têde tekezî li ser nemirovîbûna kiryarên hêzên ewlekarî yên rijêmê bi giştî û yên dijî jinên filistînî bi taybetî, bi işkenceya bi elektrîkê ta bighêje daliqandinê û lêdana bi qamçiyan û darên hesinî, kirin.
Û Tîma Şopandinê tekez kir ku rijêmê “643” penaberên Filistînî di bin îşkenceyê de di navendên xwe yên girtinê de kuştine, jin, zarok û kal û pîr jî di nav wan de hebûn, û amaje bi wê yekê kir ku hejmara girtî û qurbaniyên îşkenceyê ji ya hatiye ragihandin zêdetir e, ji ber nebûna ti hejmarên fermî ji aliyê rijêma Esed ve, her weha ji ber tirsa hin malbatên girtî û qurbaniyan ku eşkerekirina van dozan bibe sedema karvedana xerab a dezgehên ewlekara rijêmê.
Û Mafnas û çalakvanên filistînî dîtin ku veşartina termên qurbaniyan tawaneke dî ya li tawanên rijêmê û dezgehên wê yên ewlekarî zêde dibe, û daxwaz kirin ku ev dosya were navdewletîkirin û radestî dadgehên navdewletî û saziyên mafên mirovan bibe, da rijêmê neçar bikin ku çarenûsa girtiyên filistînî yên di girtîgehên wê de eşkere bike, û cenazeyên kesên ku di bin îşkenceyê de mirine radest bike, û girtiyan serbest berde.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî