Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di raporta xwe ya mehane ya li ser girtininên kotekî li Sûriyê di heyva çilê paşîn a bûrî de, eşkere kir ku ne kêmtir ji 178 kesan hatine girtin, 14 zarok û 7 jin di nav wan de hene, û bal kişand ser ku hêzên rijêma Esed di ber girtina 92 kesan de berpirsyar in.
Û Rapora mafnasî anî ziman ku ji nav 178 dozên girtinê, 156 doz bûne dosyayên windakirina kotekî, û got ku di nav wan gitiyan de zarok û jin jî hene, 4 zarok û 3 jin ji wan li ser destê rijêma Esed hatine girtin, û milîsên PYDe yên terorîst 58 kes girtine, 7 zarok û 2 jin di nav wan de hene, û 9 kes li ser destê Heyet Tehrîr Elşam hatine girtin, di dema ku 19 kesên din ên 3 zarok û 2 jin di nav wan de hene li ser destê aliyin din hatine girtin.
Û Rapora Tora Mafên Mirovan, amaje bi wê yekê kir ku di heyva bûrî de herî zêde dozên girtinê li parêzgeha Helebê hatin tomarkirin, û pişt re li gor rêzê gundewarê Şamê, Hesekê, Reqa, bajarê Şamê, Deraa, Dêra zorê û Hums hatin.
Û raporê cextî li ser pêwîstiya azadkirina zarok û jinan û rawestandina gitina malbat û hevalan wek girew û rehîneyên cengê kir, û bal kişand ser ku hêzên rijêma Esed dest ji peyketin û armanckirina sivîlan li deverên di bin kontirola xwe de li ser bingeha rikberiya wan ya siyasî bernedaye.
Û Tora Mafên Mirovan di raporta xwe de, daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî kir ku cîbicîkirina biryarên jimar 2042, 2043 û 2139, ên ku ji aliyê wê ve hatine derxistin, bişopîne, û çarenivîsa nêzî 102 hezar kesên winda li Sûriyê ku 85% ji wan li bal rijêma Esed in eşkere bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî