Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, got ku di Tîrmeha bûrî de 86 sivîl hatin kuştin, û tekez kir ku hêzên Rûsî rêkeftina agirbestê di riya pêkanîna komkujiyekê dijî awareyên gundê Elcedîde li gundewarê Idlibê yê rojava re binpê kir.
Û di raporta xwe ya mehane ya roja Duşemê derketiye de, Tora Sûrî eşkere kir ku 21 ji kuştiyan zarok bûn, û heşt ji wan jin bûn, ji bilî pênc qurbaniyên ku di bin îşkenceyê de hatine kuştin, çar ji wan li ser destê hêzên rêjîmê û yek li ser destê milîsên PYDe yên terorîst bûn.
Û Raportê kuştina 18 kesan li ser destê Hêzên Rêjîmê û hevalbendê wê yê Rûsî serjimar kirin, û kuştina 57 sivîlan li ser destê aliyin dîtir belge kir.
Û Raporê eşkere kir ku 28 sivîl di nav wan de du zarok û jinek hebûn ku tora mafnasî nekaibû jêdera guleyên ku bi wan hatine kuştin diyar bike, û got ku rêjeya herî mezin ji wan li parêzgeha Deraayê bûn, yaku 13 sivîl lê hatibûn kuştin.
Û Heleb di pêşiya parêzgehên Sûriyê de bû bi hejmara kuştiyên hatine belgekirin, û nêzîkî 20% ji tevahiya kuştiyan li wê parêzgehê bû, paş re Deraa bi rêjeya nêzîkî 19%, di pey re parêzgeha Idlibê bi nêzîkî 16% ji hejmara kuştiyan hat.
Û Rapora tora mafnasî daxwaza cîbicîkirina pirensîba berpirsiyariya parastinê kir, piştî ku gavên siyasî neman, li gel tekeziya li ser pêwîstiya cîbicîkirina beşê heftemîn, û pêwîstiya vekirina Komîteya Vekolînê ya Navxdewletî ya Serbixwe ji vekolînên berfereh re derbarê dozên ku têde hatine behskirin û raporên berê.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî şermezarkirina xwe bi tundî ji tawanên berdewam ji aliyê hêzên rêjîma Esed û alîgirên wê ve li deverên sivîl û yên niştecihbûnê anî ziman, û cext kir ku tawankariya rêjîma Esed û Botîn û hevalbendên wan bi dirêjiya salên bûrî ranewestiyaye, û ew xemsar in li hember rêkeftin û bangewaziyên agirbestê, ji ber nebûna helwesteke cidî ya navdewletî ya ji wan re bibe rêgir, tevî hebûna belgeyên hûrbîn û tam derbarê pêkanîna tawanan û hebûna qurbaniyan ji kesên bêguneh.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku tawanên ku li Sûriyê pêk hatine û hê jî pêk tên li OKranya dubare bûn, û dê li welatin din jî dubare bibin, eger tawanên Rûsiya neyên rawestandin û jêderên terorê û kuştin û wêrankirinê wek rejîma Esed û milîsên Îranê neyên jinavbirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî