Girûpa Kar ji bo Filistîniyên Sûriyê, piştrast kir ku wê mirina 18 rahêner û çalakvanên filistînî yên ji taybetmedî û karên cuda yên ku li cihên cuda li Sûriyê kar dikirin, di dema ku wan rewşên mirovî û siyasî li wir dişopandin, belge kiriye.
Û Girûpê amaje bi wê yekê kir ku hejmarek ji rojnamevan û nivîskarên filistînî hîn di zindan û girtîgehên rijêma Esed de ne, bê ku çi agahî derbarê çarenivîsa wan û cihê binçavkirina wan hebin.
Û rêxistina Rojnamevanên Bêsînor ya têkildarî azadiya çapemeniyê li cîhanê, diyar kir ku Sûriye di warê azadiya çapemeniyê de, yek ji deverên herî xirab e, û ew di rêza 175an de daniye, di nav 180 welatên ku azadiya çapemeniyê di sala 2023an de li wan hatiye pîvan.
Û Rêxistinê di rapora xwe de ya ku bi helkefta Roja Cîhanî ya Azadiya Çapemeniyê ya ku her sal di 3yê Gulanê de tê pîrozkirin belav kir, û têde diyar kir ku li Sûriyê çapemeniyeke serbixwe nemaye, û rê li ber rojnamevanan tê girtin û nahlin ew derbasî hin deveran bibin, û deriyê piralîbûnê bi temamî li pêşiya medyaya Sûrî girtî ye.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan bi boneya Roja Cîhanî ya Azadiya Çapemeniyê, di rapora xwe ya salane de ya derbarê binpêkirinên herî berçav dermafê ragihêneran li Sûriyê, eşkere kiribû ku wê kuştina 715 rojnamevan û xebatkarên medyayê ji destpêka şoreşa Sûrî di adara 2011 de heta gulana 2023an de belge kiriye, û 52 ji wan ji ber îşkenceyê canê xwe ji dest dabûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî