Komika Azadîxawzên Horanê, anî ziman ku hejmara kargehên berhemdana kiptagonê (keresteya hişbir) li deverên di bin kontirola rijêma Esed û milîsên Îranê de di navbera 8 û 10 kargehên mîkanîkî û nîv mîkanîkî de ye, bi şiyana berhemdana ku dighê bêhtir ji 10 melyon teneyan her heyvekê.
Û Komika Horanê bal kişand ser ku texmîn heya ku hêzên rijêmê û milîsên Îranê bi zêdekirina hejmara kargehên berhemdana kiptagonê li devera başûrê Deraa, Qunêtire û Siwêda rabin, daku barê veguhastin û şandinê sivik bikin, ji ber ku ev hersê dever nêzî sînorê Urdunê ne, yên ku îro pencereya yekemîn e di qaçaxiya keresteyên hişbir de berve dewletên Kendava Erebî.
Û berê jî rojnameya Der Spiegel ya Almanî bihaya çêkirin û qaçaxiya keresteyên hişbir li Sûriyê diyar kiribû, û li gorî rapora rojnameyê nirxê çêkirin û qaçaxiya keresteyên hişbir gihişte 5 milyar û 700 melyon dolar di sala 2021an de.
Û Komîteya Cezîrê û Ferat ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, di raporeke xwe de berî çend rojan diyar kiribû ku devera başûr devera sereke ye di bazirganiya keresteyên hişbir de li bal rijêma Esed û di pey re devera rojhilat tê.
û Komîteyê tekez kir ku Karê bazirganiya keresteyên hişbir li Sûriyê bi serpereştiya yekser ji tabûra çaremîn a artêşa rijêmê tê kirin, yaku Mahir Esed rayedariya wê dike, bi hevkariya li gel milîsên Îranê û hin nokerên xwecihî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî