Rêvebiriya Belgekirina Binpêkirin û Mafên Mirovan di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, di rapora xwe ya taybet bi heyva bûrî de, diyar kir ku di heyva çûyî de 3 kes şehîd ketin, zarokek û jinek di nav wan de hebûn, û 30 sivîl birîndar bûn(19 mêr û 4 jin û 7 zarok ).
Û Rêvebiriyê di rapora xwe de anî ziman ku rijêma Esed û hevalbendên wê di ber şehîdbûna mêrekî û zarokekî de berpisyar bûn, û milîsên PYDe yên terorîst di ber şehîdbûna jinekê de berpisyar bûn.
Û raporê got ku 30 sivîl di heyva bûrî de birîndar bûn, 19 mêr, 4 jin û 7 zarok bûn, û rijêma Esed û hevalbendên wê di ber birîndarkirina 15 sivêlan de berpisyar bûn (7 mêr, 4 jin û 4 zarok ), û milîsên PYDe yên terorîst di ber birîndarbûna 15 sivîlan de berpisyar bûn (12 mêr û 3 zarok).
Û Rêvebiriya Belgekirina Binpêkirin û Mafên Mirovan di Hikûmeta Demkî de, bal kişand ser ku deverên rizgarkirî rastî 182 operasyonên armanckirinê hatine, rijêma Esed û hevalbendên wê di ber 172 armanckirinan de, û milîsên PYDe di ber 10 operasyonên armanckirinê de berpisyar bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî