• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Wednesday, 29 March , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Raporeke Meydanî Kuştina 81 Sivîlî û Pêkanîna Komkujiyekê li Ser Destê Milîsên Îranê li Parêzgeha Humsê Belge Kiriye

March 2, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Raporeke Meydanî Kuştina 81 Sivîlî û Pêkanîna Komkujiyekê li Ser Destê Milîsên Îranê li Parêzgeha Humsê Belge Kiriye

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapora xwe ya mehane de, eşkere kir ku di heyva sibata 2023an de 81 sivîl li Sûriyê hatiye kuştin, 8 zarok û 4 jin di nav wan de hene, û 4 kesan ji wan ji ber îşkenceyê canê xwe ji dest dane, û 2 ji wan li ser destê rijêma Esed hatine kuştin, û herdûyên dî jî li ser destê milîsên PYDe ya terorîst bûn, û bal kişand ser berdewamiya kuştinê li Sûriyê tevî hebûna rewşa erdheja wîranker ya ku bûye sedema mirina 7259 kesên Sûrî.

Û rapora Mafên Mirovan diyar kir ku 39 sivîl, 3 zarok û jinek di nav wan de hene, li ser destê rijêma Esed hatine kuştin. Di heman demê de, milîsên PYDe yên terorîst 7 sivîl kuştine, zarokek û jinek di nav wan de hebûn, û sivîlek ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve hatiye kuştin, û rêxistina Daiş a terorîst welatiyek sivîl kuşt, û 33 sivîl li ser destê aliyin din hatine kuştin, 4 zarok û 2 jin di nav wan de hene, û komkujiyek li ser destê milîsên Îranê yên ser bi hêzên rijêmê ve pêk hat, û raporê kuştina 2 kadroyên pizîşkî li ser destê hêzên rijêmê belge kiriye.

Û raporê diyar kir ku ji aliyê hejmara qurbaniyan ve, parêzgeha Humsê di pêşiya parêzgehên dî de bû, bi rêjeya 41% ji hejmara kuştiyên di meha sibatê de li ser destên milîsên Îranî yên ser bi hêzên rijêma Esed ve hatine kuştin, û piştî wê parêzgeha Dêra Zorê bi rêjeya 22% tê, paşê parêzgeha Deraa bi 16% ji hejmara kuştiyên di heyva sibatê de ku li ser destê cihên din hatin kuştin.

Û Raporê cextî li ser pêwîstiya rawestandina bombebarankirina rijêma Esed a bêserûber û armanckirina wê ji cihên niştecihbûnê, nexweşxane, dibistan û bazaran re, û îşkencekirina ku bûye sedema mirina bihezaran welatiyên Sûrî di navendên girtinê de kir, û bihêlin ew pabendiyê bi biryarên Encumena Ewlekarî û yasaya mirovî ya naskirî bike.

Û raporê bang li hemû ajansên Netewên Yekbûyî yên pêwendîdar kir ku hewlên zêdetir bidin di warê alîkariyên mirovî yên xwarin û pijîşkî de, li deverên ku şer lê rawestiyaye, û di kampên awarebûyan de, her weha şopandina dewletên ku soza alîkariyên pêwîst dane.

Û Tora Mafên Mirovan di rapora xwe de daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ku rêşûnên zêdetir bistîne piştî derketina biryara jimare 2254, û cextî li ser şandina dosya Sûriyê bo Dadgeha Tawanan ya Navdewletî û sizakirina hemû kesên destê wan di tawanên dijî mirovatiyê û tawanên cengê de heye kir.

Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniyekê de, duh çarşemê, tekez kir ku rijêma Esed û hevalbendên wê di pêkanîna komkujiyan de dermafê gelê Sûriyê berdewam in, û wê yekê hiştiye ku derdeseriyên sivîlan piştî erdheja wêranker bi dijwarî berdewam bin, û hewldanên normalkirina têkliyan li gel vê rijêma kujer ji hêla hin dewletan ve  şermezar kirin. 

Û Hevbendiya Niştimanî dît ku her hewlek ji bo vegerandina vê rijêmê tê wateya pejrandina hovîtî û tawanên wê, û çira kesk e ji bo berdewamkirina dijminkariya wê li dijî gelê Sûriyê, ji ber her kes dizane ku rijêmê ji sala 2011an ve di warê tawanên kîmyayî û Kuştinên komî û girtin û îşkencekirina heta mirinê de çi kiriye.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Raporeke Rojnamevanî: Rijêma Esed Hewil Dide ku bi Doseya Windakirina bi Zorê û Binçavkirina Kotekî Bilîyze
Nûçeyên Hevbendiyê

Raporeke Rojnamevanî: Rijêma Esed Hewil Dide ku bi Doseya Windakirina bi Zorê û Binçavkirina Kotekî Bilîyze

March 28, 2023
Hevbendiya Niştimanî: Milîsên Terorist ên Girêdayî Rijêma Esed li Libnanê Rijd in li ser Şêwandina Wêneyê Ciwan yê Libnanê
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî: Milîsên Terorist ên Girêdayî Rijêma Esed li Libnanê Rijd in li ser Şêwandina Wêneyê Ciwan yê Libnanê

March 27, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.6k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Raporeke Rojnamevanî: Rijêma Esed Hewil Dide ku bi Doseya Windakirina bi Zorê û Binçavkirina Kotekî Bilîyze

Hevbendiya Niştimanî: Milîsên Terorist ên Girêdayî Rijêma Esed li Libnanê Rijd in li ser Şêwandina Wêneyê Ciwan yê Libnanê

Raporeke Mafnasî: Rijêma Esed Çarenivîsa (3076) Girtiyên Filistînî Vedişêre

Ji Encama Topbarana Hêzên Rijêma Esed li ser Gundewarê Helebê Sivîlek Hat Kuştin û Hin Sivîlên Din Birîndar Bûn

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.