Hevrêzkarên Bersivdanê yên Sûrî piştrast kirin ku di bin navê alîkariyîn mirovî ji bo kesên ku li deverên di bin kontirola rijêma Esed ziyan dîtine de, Îran di veguhastina alavên leşkerî ji bo piştgirîkirina milîsên xwe yên mezhebî yên li Sûriyê û hêzên Esed de berdewam e.
Û Hevrêzkarên Bersivdanê di daxwiyaniyeke xwe de gotin ku bêhtir ji 223 balafirên alîkariyan gihîştin balafirgehên rijêmê li Heleb, Şamê û Laziqiyê, û hêzên rijêmê dest danîn ser wan alîkariyan û şandin depo û embarên xwe daku ji xwe re li bazaran bifroşin.
Û Daxwiyaniyê got ku operasyonên alîkariyê yên ku dewletên Ereb û Rojavayî pê radibin, bûne deriyekî belaş ji bo normalkirina têkliyan bi rijêma Esed re, piştî bisalan ji gefên dadgehkirin û sizakirinê.
Tê zanîn ku rêxistinên civata xwecihî ji bêhtirî deh rojan de bang li civaka navdewletî kirin ji bo ku alîkariyên mirovî û amûrên giran derbasî bakurê Sûriyê bibin, ji bo kesên di bin kavilan de mane derxin, lê ew bang bê bersiv bûn, di dema ku alîkarî ji hêla zêdetir ji 28 dewletan ve derbasî deverên di bin kontirola rijêmê de dibûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî