Berpirsekî fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, tekez kir ku amarên taybet bi binpêkirinên sala borî yên ji aliyê rêxistinên mafên mirovan hatibûn şopandin, berdewamiya tawanan li ser destê rejîma Esed û milîsên girêdayî rejîma Esed piştrast dikin, û diyar kir ku ev yek “Nikare civaka navnetewî bixapîn e, û rê bide ji bo dubarekirina desthilatdariya rejîmê”.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê Mihemed Salim El-Xetîb got ku tawanên rêjîmê û hevalbendên wê li dijî sivîlan brrdewam in, û got ku “Esed şêweyê xwe yên tawankariyê naguherîne û nikare li ser wê berdewam bimîne di pêşerojê de”.
Û daxwaza sizakirina kesên tawanbar li Sûriyê kir, û dît ku pêvajoya sizakirinê beşeke giring e ji çareseriya siyasî, ya ku di tekstên biryarên navnetewî de hatî, bi taybetî jî di daxuyaniya Cenevre û biryara 2254 de.
El-Xetîb hişyarî da ji hewldanên dubarekirina desthilatdariya rejîma Esed careke din, û dît ku ev yek wê bibe alîkar ji bo peydabûna rêxistinên terorîst careke din, û bibe gef li ser aşitiya li Sûriyeyê, û herwiha got ku ew bibe sedama welat di nava tundutîjiyeke berdewam de bimîne.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di raporta xwe ya salane de diyar kir ku rêjîma Esed û çekdarên girêdayî wê, berpirsyar in di ber piranîya qurbaniyên li Sûriyê yên di sala borî de, ku hejmara wan digehêje 6964 sivîlan.
Torê diyar kir ku di nava kesên sivîl yên hatine kuştin li Sûriyê di sala borî de, 1436 zarok û 923 jin hene, û tevî 951 kesên dibin îşkenceyê di girtîgehên Esed di sala 2017 de hatine kuştin, herwiha ji aliyê wê (270) komkujî li sala 2018, û (257) komkujî di sala 2017 de, û (633) komkujî di 2016 de hatine belgekirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê