Razgirê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nesr Elherîrî dît ku rawestana bernameya xwaremeniya Cihanî ji alîkariyên xwaremeniyê bo 1,7 penaberên Sûrî li welatên cîran ” Kiryarek nerastbîn û nerêkeftî ye bi pêdiviyên rastbîna mirovahî yê karesatî ku Sûrî tê re derbas dibin”. Û ev biryar wisa da pesindan” Serpêyî ye, û biryara bidarvekirina malbatên Sûrî yên penaber li welatên cîran e, ji ber guhertinên cuda yên ku civaka Sûrî tê re derbas dibe di ber çavan re nebiriye. Ne ji mentiq e di dema ku cîhan bi sedên Milyaran bo şerê tirorê datîne, alîkariyên mirovahî ji kesên ji bermîlên Esed û çekên wî ên wêranker reviyane rawestîne. Ev gav vajî istratîjiya navdewletî ya di şerê dijî tirorê şopandî dimeşe, ji ber ew seqayekî guncaw bo berhemdana Tundrew û tirorê di nav penaber û koçberan de derdixe. Bi kurtî, kêmkirina alîkariyan kiryarek neberpirsyar e, wê encama wê karestaek mirovahî be dawiya wê ne baş e. berî niha me ji netewên hevgirtî xwest ku biryara xwe a ku bi riya wê re alîkariyên penaberan bi asta 40% kêm kir rast bike, lê mixabin, em îro dibihîzin ku ew ji ser van biryarên serpêyî ku qet xizmeya mirovê Sûrî nake danakeve, divê ev biryar rast bibe, careke dî nerîn tê de werin kirin, divê rêxistinên navdewletî di rûbirûbûna van têkçûnên civakî û siyasî ku dever tê de dijî berpirsyartir bin, ji nedanûstendina bi hiişyarî û berpirsyarî bi rastbînê re, dibe ku bi awayekî nerênî, di nêzîk de, reng li ser hemû welatên cîhanê vede. Ne mentiq e ku gotina cîhanê tev de li ser piştgirya şer bibe yek, di heman demê de nikaribe zarokekî birçî bi xwarin bike, yan penagehekê ji kalemêrekî wenda re yan ji jineke bê cih re pêşkêş bike” .
Jêder: Hevbendî